Di nûçeyeke lekolin.org’ê de nasnameya sîxurekî MÎT’ê ku li ser bi sedan siyasetmedarên kurd îfade dane û tev li karên gendeliyê bûye, hate weşandin. Di nûçeyê de tê gotin ku sîxur Abdulhalik Katar ji hêla HPG’ê ve hatibû girtin û li başûrê Kurdistanê jî hem ji bo Parastinê û hem jî ji bo MÎT’ê dixebitiye
Malpera Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê lekolin.org, di nûçeya xwe de navê kesekî ji hêla dewleta tirk ve weke ‘şahidê veşarî’ hatiye erkdarkirin û pê re bi sedan kes dane girtin, aşkera kir. Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku ev kes Abdulhalik Katar e. Di nûçeyê de tê gotin ku Katar di sala 2011’an de ji hêla endamê MÎT’ê Mete Melek ve tê birêxistinkirin û dibe sîxurê MÎT’ê.
Di nûçeyê de pasaporta kesê navborî, agahiyên nasnameya wî û her wiha wêneyê Mete Melek hatiye parvekirin. Li gorî lekolin.org’ê yekîneyên HPG’ê tora sîxuriyê ya MÎT’ê ya ku ji Amedê digihije Hewlêrê deşîfre kiriye. Li gorî nûçeyê, MÎT di serî de kesekî bi navê Serdar Tolmaç kiriye sîxur û piştre jî di sala 2011’an de endamê MÎT’ê yê bi navê Mete Melek, Abdulhalik Katar kiriye sîxur û xistine nava partiya siyasî ya kurd.
Di operasyona HPG’ê de hat girtin
Di nûçeyê de tê diyarkirin ku dema Katar sîxyuriyê ji MÎT’ê re dike, dest bi gendeliyê jî kiriye û ev kes di dema operasyona HPG’ê ya li dijî tora sîxur û fihûşê ya li Amedê de hatiye girtin. Her wiha di operasyonê de sîxurê MÎT’ê yê bi navê Serdar Tolmaç jî tê girtin û agahiyên wî wiha tên belavkirin: “Navê wî yê kod Kormançî ye û hejmara wî ya li MÎT’ê jî 2073/22 ye. Ev kes bi seroktiyên MÎT’ê yên Çewlik û Mêrsînê re dixebite.”
Li ser gelek kesan îfade dane
Di nûçeyê de tê diyarkirin ji ber sedema pêvajoya şer, lêpirsîna ku HPG’ê dikir hinekî asteng bûye û ev agahî tên dayîn: “Bi fikra ku hemû tiştên ku Katar kirine hatine jibîrkirin, vê carê jî bi rengê sîxurekî peywirdar derbasî başûrê Kurdistanê bûye û li Qadên Parastinê yên Medyayê hewl daye ku bi yekîneyên HPG’ê re têkiliyê deyne. Di serî de Doza Sereke ya KCK’ê, di operasyonên siyasî de Katar ê ku bi îfadeyên derewîn bûye sedema destgîrkirin û girtinan, ji ber sedema ku deşîfre bûye, MÎT’ê ew şandiye başûrê Kurdistanê.”
Ji bo Parastin û MÎT’ê dixebite
Li gorî nûçeya lekolin.org’ê, Katar ji bo ku bi endamê MÎT’ê yê bi navê Huseyîn Kirmit re ku li Sefaretxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê bixebite hatiye şandin. Di nûçeyê de tê gotin ku endamên HPG’ê ji bo têkiliyên wî derxînin, Katar şopandine. Nûçe bi van agahiyan bi dawî dibe: “Rêxistina îstixbarî ya PDK’ê (Parastin) Katar parastiye. Katar hatiye îqnakirin ku der barê Qadên Parastinê yên Medyayê û têkiliyên bi herêmê re agahî bide Parastinê û MÎT’ê. Sîxurê ku li vir deşîfre bûye, careke din şandine Tirkiyeyê lê ne diyare ka li kîjan bajarî dixebite.