Biryar di civîna roja Înê ya li Brûksel a Wezîrên Parastinê ya welatên endamên NATO’yê de hate girtin.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg got: “Fikarên li ser rewaş ewlehiya li Iraqê hê jî dewam dikin, lê NATO amade ye ku ji bo hêzên Iraqê mîsyona xwe ya perwerdehiyê bi hêz û fireh bike.”

Stoltenberg bibîr xist ku niha 500 personelên NATO yên parçeyek ji mîsyona Iraqê ne hene û got: “Bi meqamên Iraqî û dîsa koaslîsyonên girseyî yên li dijî Dewleta Îslamê (DAÎŞ) dişêwirin ji bo hejmara heyî zêdetir bike û erka xwe hê zêdetir berfireh bike.”

Stoltenberg wiha domand: “Niha têkildarî hejmarê tiştekî nabêjim. Wê plan bên amadekirin, wê di civîna wezîrên parastinê ya bê ku Sibata 2021’ê bê lidarxistin de bê nîqaşkirin.”

Her wiha wezîran mîsyona Desteka Bibiryar a li Efganistanê jî gotubêj kirin. Hejmara vê mîsyonê ya li Efganistanê 12 hezar personel e, lê piştî ku Emerîka bi Talîbanan re peymanek îmze kirin û şûnde, biryara vekişîna ji welat û dîsa zêdebûna şidetê ji aliyê NATO’yê ve weke pirsgirêkek cidî tê nirxandin.

Jens Stoltenberg got: “Wê mehên li pêşiya me xwedubarebûn çê bibe” hişyarî kir. Stoltenberg wiha domand: “Yan wê li Efganistanê hemû destkeftî tine bibin, bi metirsiya ku wê welat tev bibe navendên terorîstan û em ê ter bikin, yan jî em ê bimînin; lê metirsiyek heye ku bi Talîbanan re şer bikin ew jî wê ji bo demek pir dirêj bibe. Em ê vê bi hev re gotubêj bikin û bigihêjin biryarê.”