Piştî biryara Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê ku qedexeya xwepêşandanê ya li ser NAV-DEM’ê ‘dijî yasayan’ dît, NAV-DEM’ê daxuyanî da. NAV-DEM’ê got biryar mînak e.

Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê qedexeya xwepêşandan û meşê ya li ser komeleyên bi ser NAV-DEM’ê li ‘dijî yasayan’ dît. Ev biryar têkilî qedexeyên li ser meşên bi dirûşma, ”Şerê li Efrînê rawestîne”, hate standin.

Dadgehê neheq dît  meşa ku plansaziya wê hatî kirin Sıbata 2018’an bi 2 sed hezar pêk were, bi hinceta ewlehiya cameweriyê were qedexekirin û diyar kir meş ji bo ewlehiya cameweriyê ne taloke ye.

Dadgehê got polîsên Dusseldorfê bi rêk û pêkî nekiriye hesebê, li dijî qedexeya cezayê reşwên muxalefetê yên takekesî wê nikaribe ji qedexeya giştî ya meş û civînan re bibe palpişt, li dijî kesên ku dixwazin mafên xwe yên destûrî yên civîn û meşê bi kar bînin ji ber deryasayitiyê nikare bibe asteng.

NAV-DEM’ê têkilî biryarê daxuyanî da û got, ”Em biryara Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê ku mînak e, baş dibînin” û domand, ”Bi vê biryarê re êdî li pêş meş û civînên NAV-DEM’ê yên li Elmanyayê ti astengî nîn in.”

NAV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de bi berdewamî got ew li bendê ne ku dewleta Elman dev ji hişmendiya qedexekar û polîtîkaya krîmînalîzekirina Kurdan biqedere, li şûna ku li gorî hesasiyetên dewleta Tirk ku bi polîtîkaya qirkirina Kurdan e tevigere, bila polîtîkayên ku xizmetê ji çareseriya pirsa Kurdan re bike hilberîne.”

NAV-DEM’ê got, wan wê demê bi bîr xistiye ew zilma polîsên Elmana ku wê rojê li Kolnê li gel kirine qebûl nakin,  li dijî vê wê têkoşîna hiqûqî û civakî bidomînin, ”û me qonaxa pêşî ya têkoşîna ya xwe hiqûqê li Dusseldorfê bi ser xist. Li dijî van hemû zextan em dixwazin diyar bikin ku em ê heta dawî li sembolên nirxên gelê me û saziyên me xwedî derkevin.

Li dijî gefa dewleta TC’ê, faşîzma AKP-MHP’ê ku bi giştî dixwaze gelê Kurd qir bike û destkeftiyên wan tine bike, gelê Kurd jî li çar parçeyan wê bi rihê yekîtiya netewî raweste, têbikoşe û em dixwazin diyar bikin, ”Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin û bigihin wê azadiya ku me bêriyê kiriye. ”