NAV-DEM’ê ji bo ku daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê werin qebûlkirin bang kir ku her kes tevlî çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ya Fransayê û ya li payexta Elmanyayê Berlînê bibe.
Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û daxwazên berxwedêren greva birçîbûnê bi cih were, didomin. Piştî greva birçîbûnê ya girseyî ya ji bo 5 rojan a ku 25’ê Adarê li Strasboûrgê û paytexta Avûstûrayayê Viyanayê, 1’ê Nîsanê bi çalakiyên cuda wê daxwazên berxwedêran werin ser zimên.
NAV-DEM’ê banga tevlêbûna li çalakiyan li Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan kir. NAV-DEM’ê got, ”Ji bo ku daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê were qebûlkirin, ji bo ku CPT, Konseya Ewropayê tevbigere, di navbeyna 1-5’ê Nîsanê de li Strasboûrgê li ber Konseya Ewropayê wê rûniştina girseyî û greva birçîbûnê kirin. Her wiha 2 û 5’ê Nîsanê li Berlîn Brandenbûrg-Torê wê çalakiya rûniştinê were kirin.
Ji ber sedema ku berxwedana greva birçîbûnê hatiye ber rewşeke krîtîk bi rihê seferberiyê divê her kes tevbigere. Ji bo vê jî gelê me divê bi berpirsî tevbigere, ku hewce bike divê karê, dibistanê bihêle, bi tevlêbûneke girseyî divê li çalakiyê û li rûmeta xwe xwedî derkeve.
Em NAV-DEM di serî de bang li gelê xwe yê welatparêz dikin, ji bo xwedîderketina li çalakiya birûmet a berxwedêrên greva birçîbûnê em bang li şoreşger, demokrat, rewşenbîr, komên baweriyê, jin û ciwanan dikin û bang li kesên ku li dijî zilma dîktatoriya Erdogan xwedî wijdan in di navbeyna 1 û 4’ê Nîsanê de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê û 2 û 5’ê Nîsanê li Berlînê , li Brandenbûrg-Torê amade bin û destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê û ya rûniştinê.”