Yekîtîya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) bi wesîleya 20’emîn a salvegera komploya navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de komplo bi tundî hate şermezarkirin û banga bilindkirina berxwedanê hate kirin.

NAV-YEK bi wesîleya 20’emîn salvegara komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û komplo şermezar kir. Daxuyanî wiha ye; “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 20 salan bi komployeke navneteweyî dane dewleta Tirk. Em tev dizanin ku komploya navneteweyî di şexsê Rêber APO de li dijî têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bû.

Dewletên serdest bi vê komployê xwestin pêşî li azadiya gelan û nasnameyên olî bigrin û ji bo berjewendiyên xwe sîstemên heyî dewam bikin. Lê belê têkoşîna gelê Kurd û Rêberê wê, ev planên wan pûç kirin. Nexasim li Rojava vîna gelan derket pêş û demokrasiyeke ku nasnameya her kesî tê de bê temsîlkirin, ava bû. Li Ṣengalê pêṣî li qirkirina civaka Êzidî hate girtin. Li bakurê Kurdistanê, tevî hemû bedelên giranbiha jî, berxwedaneke dîrokî berdewam dike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 20 sal in ji bo aṣtiyeke mayinde pêk were gelek hewldanê bê hempa bi pêṣ xistin. Lê hikumeta AKP-Erdogan tecrîd hê girantir kir. Di siyaseta xapandin, înkar û tinekirinê de israr kir. Îro jî bi hemû hêza xwe şerekî qirêj û hovanê li ser gelê me dimeṣîne.

ARAMIYA TIRKIYÊ BI AŞTIYA GELÊ KURD RE PÊKAN E!

NAV-YEK’ê di daxuyaniya xwe de baş kişand ser pirsgirêka Kurd û çareseriya wê û wiha got, “Lihevhatin jî bi pejirandina mafên gelê kurd û azadiya wan dikare pêk were. Gelê kurd jî azadiya xwe di azadiya Rêberê xwe de dibîne. Weke Navenda Yekîtîya Komelên Êzidiyan, em jî azadiya Rêber APO, azadiya civaka Êzîdiyan dibînin û vê yekê weke şertên aştiyê dibînin.

Ji bo şikandina tecrîta li ser Rêber Abdullah Ocalan zêdeyî 3 meh bûn bi pêşengtiya Leyla Guven berxwedaneke bê hempa û bi rûmet tê kirin. Li tevaya cihanê çalekiyên rojiyên birçîbûnê berdewam in. Em weke NAV-YEK’ê piştevaniya berxwedêrên grevên birçîbûnê dikin û meşvanên meşa dirêj a ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî bi hurmet silav dikin.

Bi dirûşmeya “ Em ê tecrîdê bişkînin” em bi taybet bang li civaka Êzidî dikin ku bi girseyî tevlî çalakiya Strasburgê ku wê 16’ê Sibatê wê pêk bê bibin.

Li ser vî esasî, ji bo azadiya Rêber APO û jiyaneke bi rûmet banga me, ji gelê Kurd û civaka Êzidî re, bi giyana berxwedana dîrokî li ku derê dibe bila bibe tevlî nava refên serhildana rûmetê bibin.