13’ê Mijdarê salvegera sêyemîn a rizgarkirina navçeya Holê ye ya ku li rojhilatê bajarê Hesekê dikeve. Piştî navçe ji zilm û zordariya çeteyan hate rizgarkirin, di gelek waran de pêşketinên girîng lê çêbûn. Nexasim ji hêla kar û xebatên jinan de û niha jinê  di hemû warên jiyanê de cihê xwe girtiye.

Navçeya Holê ji ber nêzbûna wê ji sînorên Iraqê ji navçeyên stratejîk ku çeteyên DAIŞ’ê wek navenda tevgerên xwe di navbera Sûriyeyê û Iraqê de bi kar dianîn tê hesibandin. Di dawiya sala 2015’an de piştî mehekê ji destpêkirina pêngava leşkerî ji hêla QSD’ê ve. Bi rizgarkirina navçeyê êdî  êdî jiyan hêdî hêdî lê geş bû.

Tevî derfetên kêm ên aborî jî navçeyê karî xwe ji nû ve di warên xezmetguzarî, perwerde û sazî û dezgehan de geş bike û bibe mînakeke Rêveberiya Xweser.

Şaredarî yek ji saziyên sereke ye ku li navçeyê hatiye vekirin. Şaredariya Gel roleke pêşeng di pêşxistina warê xezmetguzarî de li navçeyê lîstiye. Şaredarî 4’ê Hezîrana 2016’an li ser bingeha hevserokatiyê hate vekirin. 

Piştî wergirtina şaredariyê hejmarek ji alavên xizmetguzariyê ji Desteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê û erkdarkirina kesên xwedî tecrube, şaredariyê dest bi xebatê kir. Di dirêjahiya 3 salên derbasbûyî de gelek xebat hatin kirin.

Ji xebatên herî sereke ku şaredariyê bi cih anîne; qîrkirina rêyan, ronîkirina taxan, vekirina firina nan a sereke, peydakirina av ji gundewaran re, bi armanca rê li ber avên lehiyan bê girtin, abarên beton hatin avakirin, parka giştî ya navçeyê hate restorekirin û ji bo sivikkirina barê Şaredariya Gel a navçeyê şaredariyek li gundewaran hate erkdarkirin.

Çavkanî ANHA / DILSOZ DILDAR – HOGIR NECAR / HESEKÊ