Hunermend Roger Waters û derhênerê xwediyê gelek xelatan Ken Loach jî di nav de gelek kesayetên navdar, ji bo keça Kurd Mawda ya ku bi fîşeka polîsan li Belçîkayê jiyana xwe ji dest da, banga edaletê kirin.
17’ê Gulana 2018’an wesayitek ku koçber tê de bûn û diçû Qraliyeta Yekbûyî hatibû şopandin, di dema şopandinê de polîsan gule lê reşandibûn û zaroka Kurd Mawda ji ber fîşeka li serî ket, jiyana xwe ji dest dabû.
Edaleta Belçîkayê piştî du salan di Tîrmeha 2019’an de biryar dabû. Biryar dabû ku polîsê bû sedema mirina Mawda li pêşberî dadgeheke ceza ji ber ‘kuştina ne bi zanebûn’ bê darizandin. Doz wê 23’ê Mijdarê li dadgeheke li Monsê dest pê bike.
Beriya destpêkirina dozê, gelek kesên ji qada çandê piştgirî dan malbata Mawda.
WATERS: KUŞTINA ZAROKEKÊ DIVÊ JI NEDÎTÎ VE NEYÊN
Solîstê koma Pînk Floyd, basgîtarîst muzîsyenê Îngiliz, bestekar George Roger Waters li ser Twîtterê dîmenekî ji du deqeyan weşand.https://platform.twitter.com/embed/index.html?creatorScreenName=ANFKURDI01&dnt=true&embedId=twitter-widget-0&frame=false&hideCard=false&hideThread=false&id=1325825920347889665&lang=en&origin=https%3A%2F%2Fanfkurdi.com%2Frojane%2Fnavdaran-ji-bo-keca-kurd-mawda-banga-edalete-kirin-134954&siteScreenName=ANFKURDI01&theme=light&widgetsVersion=ed20a2b%3A1601588405575&width=550px
Waters got, “Dengê xwe bilind bikin. Nehêlin ku mirina zarokekê ji nedîtî ve bên. Ne şaşitiya wê ye ku li welatekî şer lê diqewime ji dayik bûye. Dilê min li ser wê û malbata wê parçe dibe.”
KEN LOACH: EŞKERE YE KU JI ALIYÊ POLÎS VE HATIYE KUŞTIN
Derhênerê navdar ê Îngiliz Ken Loach jî bi peymaneke bi dîmen piştgirî da komeleya “#Justice4Mawda” ya Belçîkayî. Loach ev peyam da: “Eşkere ye ku Mawda ji aliyê polîsê Belçîkayê ve hatiye kuştin. Rewşa taybet çi dibe bila bibe ev ne mijara nîqaşê ye. Gelo çi mafê wan heye ku fîşekan li mînîbusekê bireşînin ku tijî mirov bû? Û ew mirov bûn ku ji hovîtiyê reviya bûn, ji bo jiyana xwe reviya bûn Ewropayê. Mirovên herî zêde keda wan hatibû xwarin, di rewşeke metirsîdar de bûn, xizan û bêparastin bûn. Her jiyan bi qasî yên din hêja ye.”
Komeleya navborî ji bo piştgiriya bi malbata Mawda ava bû û li dijî tundiya polîsan û nijadperestê têdikoşe.https://www.youtube.com/embed/KZwzgEL_Wss?rel=0
Şanogerê Belçîkî Davîd Mûrgîa, aktor Yannîck Rennîer û nivîskar Thomas Lavachery jî bi peyamên bi dîmen piştgirî dan komeleyê.