Gerînendeyê Navenda Belgekirina Binpêkirinan Mistefa Ebdî, li ser sûcên şer ên li herêmên dagirkirî ji ajansa ANHA re axivî.

Mistefa Ebdî da zanîn, bîlançoyên tên belav kirin beşeke biçûk ji sûcên dewleta Tirk in wiha got:

Herêmên dagirkirî ˊkoloniyên’ serdemê ne: Îstîxbarata Tirkiyê di navbera 2 hefteyan de 41 kes girtin. Em derbarê hemû girtiyan de bi fikar in. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin. Tevî ku me ev mijar bi Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe re parvekirine, lê gav nayên avêtin.

Mistefa Ebdî herî dawî got:

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka salê ve 4 kes kuştin, 97 kesên di nav wan zarok û jin hebûn li Efrîna dagirkirî revandin. Li herêmên dagirkirî sucên mezin têne kirin. Em, Neteweyên yekbûyî ji dî nav de, hewl didin xwe bigihînin hemû saziyên navneteweyî. Divê hêzên navneteweyî bi taybetî saziyên mafên mirovan bikevin nava liv û tevgerê, hesabê sucên ku dewleta Tirk dikin, bipirsin.