Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta gerîlayan ev agahî parve kir:
Milîtanên hêja yên Têkoşîna Azadiya Jinê, Jiyanda û Berfîn 7’ê Nîsana 2024’an dema xwestin li ava Zê bixin di encama qezayeke bêşens de şehîd bûn.
Hevrêyên me Jiyanda û Berfîn bi pêşengiya têkoşîna PKK û PAJK’ê bûn xwedî jiyaneke têr û tije ya bêrawestan.
Timî weke fedayiyan li ber xwe dan, perspektîfên azadiya jinê yên Rêber Apo ji xwe re kirin manîfestoya jiyanê.
Em soz didin, ku têkoşîna azadiyê ya hevrê Jiyanda û Berfîn dewrî me kirine bi ser bixin.
Di serî de malbatên hêja yên şehîdan, em ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Fatma Kaynak bi nasnav Jiyanda Laşer, navê dayik Remziye navê bav Abdulhalîk li Colemêrgê ji dayîk bûye 7’ê Nîsana 2024’an li Zapê şehîd bû.
Rîma Abdullah bi nasnav Berfîn Zîlan, navê dayik Hamîde navê bav Mihemed li Efrînê ji dayîk bûye 7’ê Nîsana 2024’an li Zapê şehîd bû.
HPGê li ser sekin û tekoşeriya gerîlayên YJA Starê vê nirxandinê dike.
Hevrêyeme Jiyanda Laşer ji malbateke welatparêz a Colemêrgê ye.
Di zarokatiya xwe de gerîla nas dike û her rojekê xeyal dike, ku bibe yek ji wan.
Berî bibe gerîla, di kar û xebatên ciwanan de cihê xwe digire.
Bi axaftin û beşdariya xwe ya aktîf, di meşa gelek jinên ciwan û xortan de ya ber bi refên têkoşînê ve dibe xwedî roleke girîng.
Bi êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê û Şengalê re hêrsa wê zêdetir dibe.
Piştî şehadeta gerîla Koksal Çabuk bi nasnav Laşer bihîst, ku gerîlayê pêşî yê naskiribû biryara xwe dide û tevlî dibe.
Li Avaşînê perwerdeya xwe ya pêşî dibîne û heta sala 2021’ê li vir dimîne.
Li vê herêmê di gelek çalakiyan de cihê xwe digire.
2018’an di çalakiya li qada Adil Beg de birîndar dibe.
Piştî sala 2021’ê derbasî akademiyê dibe û weke gerîlayeke YJA-Starê ya xurttir li qada pratîkê vedigere.
Li Zap û Metînayê di nava tîmên bi tevger de cihê xwe digire.
Dibe pêşenga gelek çalakiyan.
7’ê Nîsana 2024’an dema dixwaze li ava Zê bixe, li ber avê diçe û şehîd dibe.
Gerîla Berfîn Zîlan jî ji malbateke ereb û welatparêz a Efrînê ye.
Hê di zarokatiya xwe de bû şahida zilma rejîma Baas a li ser gelê Kurde û ev ti carî qebûl nekir.
Li Efrînê dît ku gelê Kurd çawa dilsozê Rêber Apo û PKK’ê ye.
Bi vê yekê bi bandor bû û xwest zêdetir şoreşa azadiyê ya Rojava nas bike.
Û bû yek ji berxwedêrên refên vê şoreşê.
Li dijî çeteyan bi wêrekî şer kir û ji zikê xwe bi giranî birîndar bû.
Dîsa jî ji têkoşîna xwe ti carî tawîz neda.
Dema dagirkeriya Tirk 2018’an êrişî Efrînê kir, li rex hevrêyên xwe bê dudilî şerekî mezin kir.
Heman salê biryar da ku bibe şoreşgereke profesyonel û li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb perwerdeya xwe girt.
Paşê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bû gerîlayeke YJA-Starê.
Bi hezkirineke mezin bû dilsoza jiyana gerîla û çiyayan.
Li vê derê di nava tîmên bi tevger de li gelek çalakiyan de cihê xwe girt û derb li dagirkeriya Tirk da. 2022’yan derbasî herêma Zapê bû.
Bi qasî 3 salan li Zapê di çeperên berxwedanê de bû xwedî têkoşîneke destanî.
7’ê Nîsana 2024’an dema xwest li ava Zê bixe, li ber çemê çû û şehîd bû.