HPG têkildarî şehadeta gerîlayan wiha dibêje:

Hevrêyên me Qehreman, Rûbar û Fîraz li Girê Hakkarî ya Metîna di şerê li dijî dagirkeran de bi rola pêşengiyê rabûn.

30’ê Îlona 2022’an di êrişên dijmin de şehîd bûn.

Ew parêzvan nûnerên ruhê berxwedanê yê PKK’ê bûn.

Li her qada lê bi sekna milîtanî û zelaliya xwe ya di îdeolojiya Apoyî de ji hevrêyên xwe re bûn mînak.

Em soz didin, ku têkoşîna azadiyê ya hevrêyên xwe bi ser bixin.

Di serî de malbatên wan ên hêja, em ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Orhan Demîr, bi nasnav Qehreman Mûrat, navê dayik Xanim navê bav Hecî Bekir li Rihayê ji dayik bûye, di 30’ê Îlona 2022an de li Metina şehîd bû.

Mihemmed Direwş, bi nasnav Rûbar Xemgîn, navê dayik Ayşe navê bav Enwer li Makû ji dayik bûye, di 30’ê Îlona 2022an de li Metina şehîd bû.

Muhammed Helîç, bi nasnav Fîraz Arteş, navê dayik Xezal navê bav Minîh li Kobanê ji dayik bûye, di 30’ê Îlona 2022an de li Metina şehîd bû.

HPG’ê bi berferihî behsa têkoşeriya şehîdan kir.

Hevrê Gerilla Qehreman li Curnê Reş (Hîlvan), di nava malbatek welatparêz de ji dayik bû.

Hîna di biçûkatiya xwe de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir, di ciwantiya xwe de dinava ciwanên welatparêz de cih girt û di sala 2011’an tevlî nava refên Gerilla bû.

Perwerdehiya destpêkê li herêma Qendîlê dît û li her qada berxwedanê têkoşîn kir.

Li herêmên Mexmûr û Kerkûkê, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîn kir. Piştre li akademiyên leşkerî perwerdehî dît.

Piştre derbasî herêma Metîna bû, bi hemû hêza xwe şêwazê şerê serdema nû ya Gerîlaya Modernîteya Demokratîk têkoşîn kir û di 30’ê Îlona 2022’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Hakkarî bi hevrêyên Fîraz û Rûbar re tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.

Hevrê Gerilla Rûbar li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, di malbateke welatparêz de ji dayik bû.

Hina di biçûkatiya xwe de Tevgera Azadiya Kurd nas kir û di ciwantiya xwe de tevlî karên ciwanan bû.

Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerilla bû.

Perwerdehiya xwe ya destpêkê li herêma Serhedê dît.

Piştre çû Herêmên Parastina Medya û li Akademiyên Şehîd Mahîr perwerdeya leşkerî dît û di sala 2018’an de derbasî herêma Metîna bû.

Piştre çû Girê Hakkarî û bi pêşengiya hevriyên Şehîd Nûrî Yekta û Azê Erdal darbeyên giran li dijminê dagirker xistin.

Hevrê Gerilla Rûbar, di 30’ê Îlona 2022’an de li Girê Hakkarî di êrîşa dijmin de tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû.

Hevrê Gerilla Fîraz jî di malbateke ji eşîra Ketîkî ya qedîm ya Kobanê di nava malbatek welatparêz de ji dayik bû.

Bi çîrokên lehengiya Gerîlayên Azadiyê mezin bû û weke ciwanekî Kurd li dijî êrîşên çeteyan DAIŞê têkoşîn kir.

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞê, di sala 2017’an de li herêma Rojava tevlî nava refên berxwedanê bû û nêzî du salan têkoşîn kir.

Piştre tevlî nava refên Gerilla bû.

Piştî demekê, çû Herêma Metina û tevlî tevgera şoreşgerî bû.

Li dijî êrîşên dagirkeriya hêzên artêşa Tirk a dagirker, li gelek herêmên Metîna, bi taybetî li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Hakkarî derbên giran li deijmin xistin.

Hevrê Gerilla Fîraz, ku dixwest piştgiriyê bide berxwedana destanî ya hevrêyên xwe yên li Berxwedana Serdemê ya Girê Hakkarî, tevî hevriyên xwe Qehreman û Rûbar, kete nava lêgerînan.

Di 30’ê Îlona 2022’an de, di çalakiya li dijî dijmin de bi berxwedaneke fedaî kir û tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.