Navenda Tenduristiyê ya Ekîrşiyê ya gundewarên başûrê Reqayê rojane pêşwaziya ji 150 heta 200 nexweşan dike.

REQA

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo şêniyên gundewarên başûrê Reqayê 1‘ê Cotmeha 2018‘an naveneke tenduristiyê li gundê Ekîrşiyê vekir.

Navenda tenduristiyê xizmeta tevahî gundewarên başûrê Reqayê dike. Rojane ji 150 heta 200 nexweşî ji hemû temenan pêşwazî dike.

Di navendê de beşên jin, hindirîn, zarok û diranan hene.

Di navendê de 4 bijîşkên pispor, 6 hemşîr û hemşîre kar dikin.

Nexweşiyên ku navend pêşwazî dike, îltîhaba sing, laşmanya, talesemî û şekir, her wiha zarokan ji nexweşiya laşmanyayê aşle dikin.

Rêveberê Navenda Tenduristiyê yê Ekîrşiyê Salih El-Îbrahîm dibêje: “Rojane em pêşwaziya ji 150 heta 200 nexweşan dikin, em bê pere wan derman dikin. Em hewl didin ku rewşa tenduristiyê li herêmê pêş bixînin.”

Salih El-Îbrahîm bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê ji aliyê alavên tibî, derman û erebeyên ambulance, bi tayet dermanên zarokan û yên nexweşiyên laşmanyayê pêşkêşî navendê bikin.

(bm)

ANHA