Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêd Ridvan Altûn bi lîdrê Partiya Çepgir Nooshî Dadgostar re civîneke onlîne kir.

Di hevdîtinê de parlamenter û Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çepgir Haan Sennelîng û Endama Lijneya Rêveber a Forûmaa Navnetewî Yekbûn Alp jî hazir bûn.

Serokê nû yê Partiya Çepgir Nooshî Dadgostar ku piştî hatî hilbijartin ji Altûn û Alp derheqê komeleyên Kurd ku li Swêdê xebatan dikin agahî xwest.

Altûn got rêxistinÊn Kurd ji 1980’yî û wir ve li Swêd çalak in û li 25 jîgehan endamên komeleya wan Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hene û dihyar kir li Swêdê komeleyên wan xebatên siyasî, çandî û civakî dikin. Komeleya wan wekheviya jin û mêr diparêze û pergala wan a hevseroktiyê heye.

Altûn bi berdewamî diyar kir bi kêmanîl i 8 jîgehan bi Partiya Çepgir re têkiliyên wan hene, carinan bi hev re çalakiyan dikin.  Li çar parçeyên Kurdistanê bi Kurdan re piştevan in, destekê didin têkoşîna serxwebûn û demokrasiyê ya Kurdan.

Altûn her wiha got van salên dawî zexta Polîsên Ewlehiya Swêd (Sapo) li ser komele û endamên komeleya wan zêde bûye, bi hincetên virt û vala daxwaza îltîcayê ya Kurdan tê redkirin.

Alp jî ji diyar kir ji ber ku PKK di nav ‘lîsteya terorê’ de ye ev tesîreke xirab li ser Kurdistaniyên dike û dewleta Tirk ji bo ku şerê li dijî Kurdan meşrû bike vê lîsteyê bi kar tîne. Alp wiha got: ”Dewleta Tirk dibêje ew li dijî terorê şer dikin ji ber vê ew Kurdan digirin. Rêveberên HDP’ê bi derewa ku destekê didin terorê digire. Bi gotina ew li dijî terorê şer dikin êrîşê tînin ser Rojava.”

Lîderê Partiya Çepgir Nooshî Dadgostar got beriya bi 20 salan bi Svennelîng re ji bo ku destekê bidin gelê Kurd di nav çalakî, xebat û kampanyaya de bûn û ew ê vê helwestê bidomînin. Dadgoster bi bîr xist ku hemû Partiyên Çepgir piştevanê Kurdan in, guherîna lîderan nêzîkatiya Partiya Çepgir a li Kurdan naguherîne.

Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çepgir Hakan Svennelîng bal kişande ser zexta li ser HDP’ê û got, ”Li ser girtina wekîlên HDP’ê em ê helwesteke tund nîşan bidin.Swêd û Yekîtiya Ewropayê li dijî helwdana krîmînalîzekirina wekîlên HDP’ê divê helwesteke tund diyar bike.”