Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşam Huseyîn Kalkan da xuya kirin ku Tirkiye bi zextên li ser rojnamevanên Kurd li qada navneteweyî nirxên xwe winda kiriye.
Rûniştina doza 5’an a 3 jê girtî û 14 xebatkar jê dihate darizandin a rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya hate girtin û amûrên wê dewrî TMSF’ê hate kirin, 28’ê Hezîranê li 23’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Ji bo rojnamevan Hîcran Ûrûm, Reyhan Hacioglû û Îshak Yasûl bi sûcê ‘Alîkarîkirina rêxistinê’ 3 sal û 15 roj ceza hate dayîn, her wiha Yasûl ji propagandakirinê jî salek, 6 meh û 22 roj ji bo Mehmet Alî Çelebî jî bi îdîaya ‘alîkarîkirinê’ 3 sal, 9 meh ceza hatin birîn. Ji bo xwediyê îmtiyazê yê Rojnameyê Sabîha Yaşar jî ji ber hebûna çekê 10 meh ceza hate birîn. Ji bo Pinar Tarlak, Ramazan Sola û Mizgîn Pendîk jî biryara berdanê hate dayîn.
Rûniştina 2’emîn a doza di derbarê rojnamevan Bêrîtan Canozer a bi îdîaya ‘endamê rêxistina terorê’ hatibû vekirin jî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Bi hinceta ‘Endambûna rêxistinê, di nava rêxistinê de kar kirine, li gorî ferman û biryarên rêveberên asta jor tevgeriyane’ li gorî xala TCK 314/2 û TMK a 5’emîn daxwaza cezayê ji 7 sal û nîv heta 15 salan a girtinê hate xwestin.
Zext û çewistandinên ji salên 90’î ve li ser rojnamevanên Kurd dewam dike, hê jî dozên di derbarê sedan rojnemevanî de hatine vekirin didomin. Ji ber van dozan jî rojnamevanên girtî jî hene. Têkildarî rojnamevanên Kurd ên girtî Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê ji ajansa me re axivî.
‘HER GAVA ROJNAMEGERÊN KURD DIŞOPÎNIN’
Kalkan got ku li Tirkiyeyê piraniya zextan li ser çapemeniya Kurd e. Kalkan qala rojnamgerên Kurd ên li girtîgehan û organên çapemeniya Kurd ên hatine girtin jî kir û wiha got; “Dewleta Tirk her gava rojnamegerên Kurd dişopîne û di encamê de tevî ku xebatên çapemeniyê dikin tên sûcdarkirin. Hevalekî me ku çûbû şaredariya Mêrdînê nûçe çêbike hatibû astengkirin û hûn jî vêya dizanin. Piraniya dozan, dozên ku rojnamgerên Kurd jê tên darizandin e. Weke mînak em dikarin doza Rojnameya Ozgur Gundemê bidin. Piştre Ozgurlukçu Demorkasî. Hê jî ji vê dozê hevalên me di girtîgehan de ne.”
‘TI HÊVIYA ME JI PAKETA DARAZÊ TUNE YE’
Kalkan qala paketa darazê jî kir û wiha got; “Heta ku zextên li ser çapemeniya Kurd bi dawî nebin, heta çapemeniya Kurd azad neyê naskirin, heta ku astengiyên li pêşiya nûçe çêkirinê ranebin li Tirkiyeyê çapemenî azad nabe. Hinek gavên ku têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re baştir bikin diavêjin. Daxuyaniyên wiha yên hikûmeta AKP’ê hene û wê rojên pêşiya me li meclîsê were gotûbêjkirin. Bi gotinên ‘Bi vê paketa darazê re em ê azadiya çapemeniyê nas bikin, em ê sînorên nûçe girtinê berfirehtir bikin’ re dixwazin hêviyan çêbikin. Em ê vêya di pêvajoya pêşiya me de bibînin lê eger em li pêkanînên îro binêrin ti hêviyekî me ya zêde ji vê paketa darazê tuneye.”
‘TIRKIYE BI DARIZANDINA ROJNAMEGERAN RE XWE BÊ NIRX DIKE’
Li ser pirsa dema em li sûc û darizandinên tên kirin temaşe bikin li gorî we dixwazin pîşeyê rojnamegeriyê bê nirx bikin? Kalkan wiha got; “Eger hedef û armancekî ya bênirxkirina pîşeya rojnamegeriyê ya dewletê hebe jî encamekî wiha bidest naxe. Dijberî wê pêkanînên zextê yên li ser çapemeniya Kurd û Kurdan, yên rojnamegeran dixin bênirx dibin. Li welat di hilbijartina dawî de me ev dît, hem jî di qada navnetewî de biçûk tê dîtin. Nûnerên dewleta Tirk û dîplomat diçin ku derê rû bi rû vê pirsgirêkê dibin. Li her derê ev pirs ji wan tê kirin ‘Hûn çima rojnamegeran dixin girtîgehê? Hûn çima azadiya çepemeniyê sînordar dikin?’. Û ji van pirsan re bersivan nabînin. Dibêjin ‘Em rojnamegeran naxin girtîgehê, ev ji ber dozên terorê di girtîgehê de ne’ gotinên wiha ji salên 90’î ve dibêjin.”
TIRKIYE NEÇAR E ÊDÎ DEMOKRATÎK BIBE
Kalkan diyar kir ku li Tirkiyeyê heta doza Kurd neyê çareserkirin wê pirsgirêka demokrasiyê neyê çareserkirin û got ku pirsgirêkek ku divê bi qanûnan were parastin lê her roja diçe hê kûrtir dibe. Kalkan herî dawî got; “Eger ev nebe li Tirkiyeyê demokrasî nabe û li qadên din jî nabe. Çapemeniya Kurd jî azad nabe. Di doza Kurd de helwesteke qedexeker û rewşek wiha were şopandin wê ceza bidin mirovên ku nûçeyên wana jî çêbikin. Rastî bi înad e, bi teqez wê rojekê derkeve holê. Serdema me serdema înternetê ye. Qenalên têkilî danînê gelek pêşketin û şansê veşartina qanûnekê bi qedexeyê ji holê rabû. Ev hewldanên vala ne. Tirkiye êdî neçar e ku demokratîk bibe.”