Çalakvana mafên jinan û xwediya Xelata Aştiya Nobelê ya 2023an Nergîs Muhammedî, li Îranê dîl hatibû girtin û bi behaneya ku “propagandaya li dijî dewletê kiriye” bi salekê hate ceza kirin.
Parêzerê Nêrgîs, Mustafa Nîlî, li ser malpera xwe ya X’ê agahî da û bîryar şermezar kir.
Çalakvana Mafên Jinan Nêrgîs Muhammedî 52 salî ye û ji Mijdara 2021’an û vir ve di girtîgehê de tê girtin.
Di nava 25 salan de ji ber ku li dijî ferzkirina nixumandina bi zorê û cezayê dardekirinê derdikevê, gelek caran hatiye girtin û mehkûmkirin.