Ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku polîtîkaya tecrîda li ser Ocalan û meseleya Kurd parelel e û diyar kir ku tecrdî parçeyek ji komploya 1990’an e.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve piştî ku bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û şûnde li Îmraliuyê bi awayekî sîstematîk polîtîkaya tecrîdê didome. Ocalan ê ji sala 2011’an ve bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne di nava şertên giran ên tecrîdê de ye, li hemberî vê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bêdeng in. Ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Ocalan Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû, her wiha ji 1’ê Adarê ve 7 hezar girtî jî ketine grevê.
Îbrahîm Bîlmez ê yek ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrin û ji sala 2003’an û vir ve parêzeriya Ocalan dike , mercên tecrîdê û sedemên wê ji ANF’ê re nirxand.
Bîlmez anî ziman ku tecrîd bi xwe sîstemek e. Bîlmez bibîr xist ku ev sîstem bi komployeke navneteweyî ya dîl girtina Birêz Ocalan a Sibata 1999’an û radestkirian Tirkiyeyê û vir ve dewam dike ye.
Bîlmez bal kişand ser Girtîgeha Îmraliyê û diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê li Tirkiyeyê girêdayî Wezareta Edaleê ye. Bîlmez anî ziman ku ji ber Tirkiye endamekî yê Konseya Ewropayê ye. Bîlmez got: “Saziyên vê yên cihê hene; Dadgeha Mafê Mirovan, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê. CPT xwedî wê erkê ye li girtîgehên binpêkirinên mafan hebe û bê ku agahî bide dikare biçe serdan bike û çavdêrî bike. Dema ku endamên Konseya Ewropa bin neçarin ku deriyê xwe vekin. Di vê mijarê de xwedîbûna erkê ya CPT’ê, Girtîgeha Îmraliyê jî dikeve bin perpirsyariya wê.”
DEMA MIJAR DIBE OCALAN DADGEH JÎ POLÎTÎK NÊZ DIBIN
Parêzer Bîlmez da diyarkirin ku wê demê armanca komployê hebû. Ji ramanên Ocalan ditirsiyan. Di mijara çareserkirina pirsa Kurd de, ji Ocalan ditirsiyan û rêveberên sîstema navneteweyî ji vê ramanê aciz bûn. Parêzer got: “Ji ber ku li Rojhilata Navîn gavên azadîbûnê hatibûn avêtin. Ji ber ku vê nedixwestin, biryara tesfiyekirina muwekîlê min girtibû. Wê demê di nava de DYE, Îsraîl û welatên Yekîtiya Ewropa yên cuda cuda jî hebûn û ji ber mercên wê demê bi Tirkiyeyê re li hev kirin û hemû rê girtin û Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin.
Bîlmez bi domdarî got: “Ji wê rojê û vir ve sîstema tecrîdê girêdayî komployê heta îro dewam kir. Ji bo vê çav li bêhiqûqiya li Îmraliyê digirin. Biryara DMME’yê dayî girîng e. Mekanîzmeya çavdêrîkirina rêgezên mafên mirovan ên gerdûnî dadgeh in. Lê dema mijar dibin Ocalan hemû dadgeh polîtîk nêz dibin.”
Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser van xisûsan:
CPT BI BÊDENGIYA XWE DIBE HEVKARÊ TECRÎDÊ
“CPT erka xwe pêk naîne. Gelek raporên li ser serdanên xwe kiribûn parvekiribû. Di van raporan de rexen û pêşniyar ji bo Tirkiyeyê hatibûn kirin. Bi erka xwe ya çavdêriyê nêz nebû. Îro tecrîd di asta herî jor de li Îmaraliyê tê kirin.
Ji sala 2011’an û vir ve parêzer nikarin bi Ocalan re bicivin. Hemwext malbat jî nikarin hevdîtinê bikin. Di nava 4-5 salan de malbat tenê kariye 2 caran biçin hevdîtinê. Ti agahiyek ji Îmraliyê nayê girtin. Di rewşekî wiha de Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) tiştekî nake. Her demê em serlêdan dikin û raporên amade dikin dişînin. Em dikarin bêjin bi vê kiriyarên xwe yên bêdeng CPT jî dibe hevkarê tecrîdê.
OCALAN AKTOREKÎ SEREKÎ YE Û DEWLET JÎ VÊ PEJIRANDIYE
Ocalan aktorekî gelekî girîng e. Ne em parêzer dibêjin, yên ku li Rojhilata Navîn siyasetê dikin dibêjin û erê dikin. Komara Tirkiyeyê jî vê erê dike. Piştî sala 2005’an û şûnde piştre jî bi pêvajoya aştiyê li ber çavê raya giştî bi Birêz Ocalan re li ser mase rûniştin. Eger ku vê yekê nepejirandiba wê di mijara Kurdan de dest bi muzakereyê nekiriba.
Pêvajoya aştiyê ti demê ji asta diyalogê zêdetir nebû. Di vê wateyê de binavkirina weke pêvaoya çareseriyê wê şaş be. Ev dikare weke pêvajoyeke ya diyalogê bê binavkirin. Pêvajoyek wiha hate derbaskirin. Dewlet ji bo çareseriya pirsa Kurd Birêz Ocalan samîmî dît û pejirand ku hêza wê ye. Her çendî bi encam nebû lê li welat atmosfereke ya erênî da avakirin. Lê di rewşa îro de nuqteya em lê ne di rewşeke nediyar û tarî de ye.
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ KETIYE REWŞEKÎ WISA KU ÊDÎ VEGERA WÊ NÎNE
Greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kir, li girtîgehan jî belav bû û girtiyên ketine girevê 2 meh li pey xwe dihêlin. Ber bi rewşekî ku êdî vegera wê nebe ve bi lez diçe. Ji bo vê divê êdî dewlet guh bide van bangan. Ev mirov ji derveyî pêkanîna hiqûqê ya dewletê tiştekî din naxwazin. Daxwaza wan mîna dewleteke ya hiqûqê tevger bike ye.
Heman demê banga van mirovan ew e rakirina tecrîdê û di mijara Kurd de dawî li polîtîkayên ewlekariyê yên tên kirin bîne ye. Ji bo carekî din li deriyeke yê çareseriya demokratîk a di mijara Kurde bê vekirin ketine grevên birçîbûnê. Divê êdî dewlet jî guh bidin van bangan û bi lezgîn bikevin tevgerê.
BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ GAV AVÊTINA BER BI ÇARESERIYA PIRSA KURD E
Bidawîbûna tecrîdê heman demê tê wateya gavek ber bi çareseriya meseleya Kurd ve avêtinê. Nêrîna dewletê ya li Ocalan û pirsgirêka kurd paralel e. Ji bo çareseriya pirsa Kurd neçarî bû ku pêvajoyeke wiha destpê bike.
Çi dibe bila bibe divê meseleya Kurd bê çareserkirin. Bi vê pirsê Tirkiye nikare bi pêş ve biçe. Ti wateya kî li desthilatê ye nîne. Dewlet jî û raya giştî jî dizaane ku Birêz Ocalan di vê mijarê de bê ka çiqas samîmî ye. Ev şansek e. Divê dewlet vê şensî ji dest nede.”