Di rapora saziya bi navê Plan Bleû de ya Neteweyên Yekbûyî, têkildarî metirsiya hawirdorî ya li Derya Spî hişyarî hate dayin.
Di raporê de ku bi sernavê “Rapora Hawirdorê û Pêşveçûnê ya Derya Spî” (RED 2020) de, işaret bi mirina mirovan a li Derya Spî ya ji bo bandora hawirdorê hate kirin. Di raporê de 21 welatên ku peravên xwe bi Derya Spî re hene, hatin nirxandin û hate ragihandin, ku ji sedî 15 ê mirina mirovan a li Derya Spî ji ber sedemên hawirdorî ne ku dikarin pêşî li wan bê girtin.
METIRSÎ LI SER TENDURISTIYA MIROVAN Û DERFETÊN JIYANÎ HEYE
Dîrektorê Giştî yê Plan Bleû Françoîs Gûerqûîn got, “Paşeroja Derya Spî di asteke krîtîk de ye” û destnîşan kir ku metirsî li ser tenduristiya bi sedan milyon mirovî û derfetên jiyanî yên li derdora Derya Spî heye.
Di rapora îsal de hate ragihandin ku bikaranîna çavkanî û organîzmayên li Derya Spî bi rengekî bêsînor, qirêjî û germahiya global rewşa hesas a li herêmê bêhtir krîtîk kirine.
Li gorî raporê germahiya global a li hawirdora Derya Spî li gorî ya tevahiya cîhanê bi rêjeya ji sedî 20 zêdetir e û hate ragihandin ku di sala 2080’î de barana li herêmê ê ji sê paran yek parî kêm bibe.
AV DIBE KU BI 2.5 METREYÎ BILINDTIR BIBE
Di raporê de hate diyarkirin ku şewata daristanan hîn demdirêjî dewam dikin, zindiyên ku gefê li cihêrengiya biyo û masîgiriya li herêmê dixwe zêde bûne û hişyarî hate dayin ku heta dawiya sedsalê asta ava li Derya Spî wê ji nîv metreyî heta 2.5 metreyî bilindtir bibe.
Di raporê de hate destnîşankirin ku bilindbûna avê gefê li welatên li derdora Derya Spî dixwe ku bi giştî 510 milyon mirov lê dijîn û metirsiyê li ser mîrateya dîrokî û çandî çêdike.