Di vê hejmara Neweya Jin de, nivîsên belkêş û giranbiha hene.
Yek ji van nivîsan, ya berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglû ye û li ser têkiliya navbera xwerêveberî û xweparastinê de nivîsandiye.
Rûşen Samsat jî, Şerê Cîhanê yê 3’mîn nirxandiye û dibêje; Şer li dijî xweza, civak û jinê tê meşandin. Divê xweparastin weke tevna piştevaniya berfireh a jinê li hemû qadên jiyanê bê belavkirin.
Heja Zerya jî, bi wesîleya meha Hezîranê di şexsê Zîlan (Zeynep Kinaci) û Sema Yuce de têkoşîna xweparastinê ya li nava Tevgera Jinên Kurd nirxand.
Di rûpelên Kurdî de jî ji nivîskaran Roza Metîna li ser polîtîkayên şerê taybet yên li Kurdistanê bi aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Kûtlû axivî ye.
Bêrîtan Zagros xweparastina li Şingalê nirxandiye.
Rûken Nexede mirina Reîsî û hilweşîna netewe dewletê ya li Îranê nirxandiye û bal kişandiye ser guhertina aktora şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.
Şervîn Nûdem jî qala karên ‘Mala Xwendinê’, ya bi navê Nagîhan Akarsel kiriye.
Di rûpela Ekolojiyê de, Dengîr Guneş, li ser jiyana ekolojîk, nivîsandiye.
Newaya Jin di rûpela cîhanê de hevpeyvîneke taybetya jinên li Kolombiyayê weşandine.
Di rûpela çandê de Nîlay Egelî, di rûpelên portreyê de Berjîn Têkoşer nivîsên balkêş nivîsandine.
Hejmara meha Hezîranê ya Newaya Jin, li ser malpera newayajin.net dikare bê peydakirin.