Li bajarokê Lavîro ya Atîna a Yewnanistanê, paytexta Îtalya Roma, bajarê Montpellîer û Marsîlya yên Fransayê û Ermenistanê Newroz hate pîrozkirin.
LAVRÎO
Li bajarokê Lavrîo yê paytexta Yewnanistan Atînayê li kampa Kurdan newroz hate pîrozkirin. Koçberan li nava kampê agirê Newrozê pîroz kirin. Li Kampê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan û dirûşmên ‘Bijî Neworz’ hate qîrkirin.
ROMA
Li paytexta Îtalya Romayê jî Kurdan agirê Newrozê pêxistin. Agir li baxçeyê Komeleya Çandê ya Ararat hate pêxistin. Welatiyên Îtalî jî li ser şaneşîn û şibakeyan bi çepik û fîtikan piştgirî dan pîrozbahiyê.
ERMENISTAN
Li gundên herêma Elegez û Iktomberyan ê zêdetirê xwe Kurdên Êzidî lê dijîn jî agirê Newrozê hate pêxistin. Ciwanan li gundê Dêrik ê Herêma Elegezê li ser girên bilind agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîrozkirin. Li gundên Arkesê yê girêdayî Oktomberyanê jî li qada gund agirê Newrozê hate pêxistin û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate qîrikirin. Endamê Meclîsa Komîteya Kurdistan Milo Kalaşyan li vir axivî û Newroz ji bo Kurdan serhildan û sembola berxwedanê ye.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî Tevgera Ciwanên Şorerşger (TCŞ) agir dadan û alên YPG, PKK, YPJ’ê hildan û Newroz pîroz kirin. Li ber agirê Newrozê govend hate gerandin.
MONTPELLÎER
Li Montpellîer a Fransayê jî Kurdan li ser şaneşînên xwe û baxçeyên malên xwe Newroz pîroz kirin.