Newroz li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, li bajarên Marsilya û Bordeaux ên Fransayê û li bajarê Milano yê Îtalyayê hate pîrozkirin.
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Nêzî 2 hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Salona pîrozbahiyê bi alên YPG, YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.
Hevserokê berê yê HDP’ê yê Xarpêrtê Selahattîn Bîlîn piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û diyar kir, ew Newroza îsal diyarî mirovên di berxwedana greva birçîbûnê de ne şehîd ketine, dikin.
Piştî nîşandana sînevîzyonê Xelîl Xemgîn, Bulent Tûran, Şengul Pak û Govenda Sîpan Amara derketin ser dikê.
MARSILYA
Kurdên li Başûrê Fransayê dimînin Newroza xwe ya îsal bi dirûşma “Em ê tecrîdê ji holê rakin, Ocalan azad bikin” li Marsilyayê pîroz kirin. Pîrozbahî li salona dawetê ya Paşa pêk hat û zêdeyî hezar kes tevlî bûn.
Çalakiya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Zehra Saglam, Zulkuf Gezen û Ayten Beçet ên li dijî tecrîdê çalakiya fedayî pêk anîn, dest pê kir.
Fethî Korûkçû bi navê komîteya amadekar axivî û bang li Kurdistaniyên li Marsilyayê hemûyan kir ku bi ruhê serhildanê xwedî li pêvajoyê derkevin.
Siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan piştre axivî û got, “Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê dawî li tecrîdkirina Rêber Apo bînin.”
Di şevê de peyamên Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan û Tevgera Ciwanan a Marsilyayê hate xwendin.
Her wiha peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hate nîşandan.
Di pîrozbahiyê de Hozan Menal, Alî Girê Jiyan, Rojda Bîter û Hozan Arhat derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
BORDEAUX
Newroz li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi şevekê hate pîrozkirin ku bi sedan kes tevlî bûn.
Koma Stêrk, Kendal Maniş, Denîz Deman û Çetîn Zîlan derketin ser dikê.
Di şevê de nameya Zehra Saglam a ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Otlûyê çalakiya fedayî kir, hate xwendin.
Di şevê de agirê Newrozê hate dadan û govend hate gerandin.
MILANO
Newroz li bajarê Milano yê Îtalyayê ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan ên Îtalyayî ve hate pîrozkirin. Qisekeran bal kişandin ser berxwedana greva birçîbûnê û diyar kirin, berxwedanê Erdogan û desthilatdariyê tengav kiriye.
Di şevê de şervanên enternasyonalîst Têokşer Piling hate bîranîn ku di şerê dijî DAÎŞ’ê de li Rojava şehîd bû.
Profesorê Zanîngeha Katolîk Paolo Branco jî diyar kir ku ew ji dil piştgiriyê dide têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê û got, têkoşîna azadiyê ya Kurdan têkoşîna rûmetê ye.
Piştî nîşandana sînevîzyonê Koma Çarnewa derket ser dikê.









