ÎZMÎR – Newroz wê li Îzmîrê bi dirûşmeya “Em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişîkînin” li Qada Gundogdûyê bê pîrozkirin. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Kadîr Baydûr, her kesî vexwand pîrozbahiyê. Wê îsal Newroz bi dirûşmeya “Em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişikînin” bê pîrozkirin. Li Îzmîrê wê Newroz di 21’ê Adarê de li Qada Gundogdûyê bê pîrozkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo pîrozbahiyê bang li her kesî kir. Wê Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît tev li pîrozahiyê bibin û wê hunermend Ayşenûr Kolîvar û Diljen Ronî jî bistrên. ‘EM Ê PEYAMEKE XURT BIDIN’ Hevserokê HDP’a Îzmîrê Kadîr Baydûr, anî ziman ku wan ji bo pîrozkirina Newrozê serî li Walîtiya Îzmîrê daye. Baydûr, bilêv kir ku ji bo 21’ê Adarê û 31’ê Adarê erka qadê di destê desteya hilbijartinê ya bajêr de ye û wan ji bo 21’ê Adarê destûr girtiye. Ew ê di 21’ê Adarê de saet di navbera 16:00 û 19:00’an de mîtînga ji bo hilbijartinê û pîrozbahiya Newrozê tev de li dar bixin. Baydûr got: “Wê ev di heman demê de mîtînga me ya hilbijartinê be jî. Komîsyonên rêxistinbûyîn, ewlehî û teknîkê xebatên xwe bi rê ve bibin. Em ê îsal jî ji bo ewlehiyê tevdîran bigirin. Wê ji têketin û derketinê heta platforma dikê hevalên me peywirdar bin. Wê komîsyona me ya rêxistinbûyînê heta roja dawî bixebite û anonsan bike. Em ê ji Îzmîrê peyameke xurt bidin Enqereyê. Wê di 31’ê Adarê peyama me ya ji bo tecrîdê jî hebe.”
Newroz wê li Qada Gundogdû ya Îzmirê bê pîrozkirin
