Li paytexta Yewnanistan Atînayê, Newroz ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve hate pîrozkirin.

Navenda Çanda Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, rêxistinên anarşîst û yên şoreşger ên Tirkiyeyî Newroz bi coş pîroz kirin.

Di dema pîrozbahiyê de daxuyanî hatin dayin û hate ragihandin ku berxwedana li Kurdistanê bi berxwedana Gargê gihîştiye asta herî bilind. Çalakgeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di pîrozbahiyê de rêxistinên MLKP û TKP-ML TÎKKO peyam dan.

Çalakgeran qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û pankartên li ser Newrozê xemilandin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Garê” hatin qîrîn.

Girseya gel li dora agirê Newrozê bi saetan govend gerand.

yên herî zêde hatine xwendin