Jules Verne ku sala 1928’an li bajarê Nantes ê Fransayê ji dayik bû, tevî nivîskariya xwe bi ger û geşta xwe ya li gelek welatan jî dihate naskirin. Beşek ji ‘romanên wî yên cografîk’ li ser deverên ku di rastiyê de nedîtiye hatiye nivîsandin, lewma weke ‘bavê çîrokên xeyalî yên zanistî’ tê qebûlkirin.
Jules Verne bi giştî 80 roman û çîrok nivîsî. Bi berhemên xwe yên bi navê “80 rojî dewrî alem”, “Rêwîtiya ber bi navenda cîhanê ve”, “Rêwîtiya ber bi Heyvê ve”, “Li binê deryayê 20.000 Fersah” û “Keraban bi înat” tê naskirin.
Hem ger û geştên Verne hem jî nexşeyên wî wê êdî li ser înternetê jî bên peydakirin. Nexşeyên wî li malpera http://verne.garmtdevries.nl/en/maps/originals.html hatin weşandin.
Li ser malperê ji nexşeyên ku Verne di romanên xwe de nivîsandiye 42 jê hatine weşandin.