Artêşa Tirk li Garê polîs, leşker û endamên MÎT’ê yên dîlgirtî bi bombardûmanê qetil kir. Vê yekê jî gotina Serokê demekê yê meclîsê Mehmet Alî Şahîn anî bîra mirovan. Mehmet Alî Şahîn ji bo êsîran gotibû, “Xwezî miribûna”.

Artêşa Tirk li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê 10’ê Sibatê bi navê “Pençe Kartal-2 Harekati” dest bi êrişeke dagirkeriyê kir.

Êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk piştî axaftina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a 8’ê Sibatê dest pê kir. Erdogan hingî gotibû, “Roja Çarşemê di axaftina xwe de ya ji bo neteweyê, em ê mizgîniyekê bidin we.”

Piştî gotinên Erdogan ên ‘mizgîniyê’, artêşa Tirk 10’ê Sibatê li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê bi navê “Pençe Kartal -2 Harekati) dest bi êrişeke dagirkeriyê kir.

Ev êriş li dijî şikeftekê hate kirin ku leşkerên payebilind, polîs û personelên MÎT’ê ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve dîl hatibûn girtin, lê bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 11’ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand ku artêşa Tirk bi balafir û helîkopterên şer êriş biriye ser kampa ku êsîrên şer lê bûn.

Wezareta Parastinê ya Tirk 12’ê Sibatê daxuyaniyek da û got, “Operasyon weke ku hatiye plankirin bi rê ve diçe.”

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar 14’ê Sibatê derkete pêşberî kamerayan û bêyî ku nav û payeyên leşker, polîs û personelên MÎT’ê yên dîlgirtî bilêv bike, wiha got, “Cenazeyên 13 welatiyên me yên sivîl hatin dîtin.”-

Akar hewl da bombardûmana ku bi 40 balafirên şer li herêmê kir binixumîne û got, “Ji welatiyên me yek jê fîşek li milê wî, 12 jê jî fîşek li serê wan ketibû û şehîd hatibûn xistin.”

Lê belê personelên MÎT’ê, polîs û leşkerên payebilind ên sala 2015’an û hin ji wan jî piştre hatin dîlgirtin, heta niha di destê HPG’ê de bûn, lê ti ji wan zerar nedîtibû.

Salên derbasbûyî jî gelek leşker û polîs ji aliyê gerîlayên PKK’ê ve dîl hatin girtin, lê belê bi navbeynkariya Meclîsê, saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û saziyên civakî hatibûn berdan.

Li gorî daneyên Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di navbera salên 1990 û 2012’an de di 110 çalakiyên cuda de 67 polîs, 32 cerdevan, 145 karmendên dewletê, 15 siyasetmedar, 38 tûrîst, 2 rojnamevan û 36 sivîl bi giştî 335 kes hatin girtin.

Lê belê temamiya van mirovan bi navbeynkariya Meclîsê, saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û saziyên civakî yên sivîl hatin berdan.

WEZÎFEDARÊN DEWLETÊ YÊN HETA NIHA HATIN DÎLGIRTIN

Çend ji çalakiyên dîlgirtinê yên ji salên 1990’î ve hatin kirin:

* Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, di çalakiya 5’ê Tebaxa 1991’ê ya dijî Qereqola Jendermeyan a Samanliyê 7 leşker hatin dîlgirtin. Leşkerên hatin dîlgirtin 18’ê Cotmeha 1991’ê li Zagrosê radestî komek ji rojnamevanan hate kirin.

* Leşker Nûrettîn Demîr ê ku Tebaxa 1991’ê di êrişên dagirkeriyê de yên li ser Başûrê Kurdistanê dîl hate girtin, tevî 7 leşkerên li Qereqola Samanli ya Şemzînanê hatin dîlgirtin, serbest hate berdan.

* Li Motkî ya Bedlîsê di 16’ê Îlona 1991’ê de efserek û 3 cerdevan, di 25’ê Cotmeha 1991’ê de 3 leşkerên li Colemêrgê, di 27’ê Cotmeha 1991’ê de leşkerekî li Berwarî ya Sêrtê, di 20’ê Mijdara 1991’ê de efserekî li Balveren a Şirnexê, di 25’ê Kanûna 1991’ê de tegmenekî li çiyayê Cûdî yê Şirnexê hatibûn dîlgirtin 20’ê Nîsana 1992’an radestî heyek ji rojnamevan û nûnerên Xaça Sor a Iraqê hatin kirin.

* Sala 1992’an efserek, 2 leşker û meleyekî ku li ser Rêya Bejahî ya Wan-Tetwanê dîl hatibûn girtin, piştre radestî malbatên wan hatin kirin.

* 2’ê Kanûna 1992’an 3 leşkerên li Amedê di çalakiya kontrola rê de hatin girtin, piştî çend mehan li bejahiya Amedê radestî 2 rojnamevanan hate kirin.

* 18’ê Tebaxa 1993’an li navçeya Hezro ya Êlihê di kontrola rê de 13 leşker dîl hatibûn girtin, piştre radestî malbatên wan hatin kirin.

* Îlona 1994’an li bejahiya Qilabanê ya Şirnexê tegmen Mûstafa Ozulker ê di şer de bi birîndarî dîl hate girtin, piştî ku demekê li kampên PKK’ê ma û hate dermankirin, ber bi Hollandayê ve hate şandin.

* Kanûna 1994’an li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê leşker Îbrahîm Yaylali yê ku li gundê Bêsosinê dîl hate girtin, 5 leşkerên ku di 14’ê Hezîrana 1995’an li heman herêmê dîl hatin girtin, di Tebaxa 1996’an de serbest hatin berdan.

Di 8’ê Tebaxa 1996’an de parlamenterê Wanê yê Partiya Refahê Fethûllah Erbaş jî di nav de heyeta ÎHD û MAZLÛMDER’ê, çûn kampa Zelê û komek ji leşkerên di demên cuda de dîl hatibûn girtin, wergirtin.

* Îbrahîm Yaylali ku piştî dîlgirtinê hate berdan, piştî ku vegeriya Tirkiyeyê bi sûcdariya “propaganda rêxistinê kiriye” hate girtin û ew xistin girtîgehê.

* Di sala 1996’an de leşkerê bi navê Alaattîn Surer ê di şer de li bejahiya Qelqelî ya Wanê dîl hate girtin, piştre hate berdan.

* Di Cotmeha 1999’an de li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê 6 cerdevanên dîl hatin girtin di 11’ê Kanûna 1999’an de hatin berdan.

* 18’ê Tebaxa 2005’an leşker Coşkûn Kirandî yê li Erzînganê hate dîlgirtin di 4’ê Tebaxa 2005’an de li herêma Kûtû Deresî ya Dersimê radestî heyeteke sivîl hate kirin.

* Heyeta ku Kirandî wergirt, ji Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Nîhdî Perînçek, Serokê wê demê yê ÎHD’ê yê Amedê Selahattîn Demîrtaş, hunermend Ferhat Tûnç û rojnamevanan pêk dihat. Piştre li dijî heyetê bi îdîaya ‘propaganda rêxistinê’ li 3’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Meletiyê doz hate vekirin.

* 3 leşkerên payebilind û xebatkarekî tenduristiyê yê li bejahiya Amed-Çewlikê di 9’ê Tîrmeha 2011’an de dîl hatin girtin, di 16’ê Îlona 2011’an de hatin berdan.

* Qeymeqam Kenan Erenoglû û leşker Aykût Çelîk ên di 12’ê Tebaxa 2011’an de li bejahiya Amedê dîl hatin girtin, di 19’ê Îlona 2011’an de hatin berdan.

* 8 kesên di salên 2011 û 2012’an de li Şax a Wanê, navenda Şirnexê, Amedê di 5 çalakiyê ncuda de dîl hatin girtin, sala 2013’an li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedaran hatin kirin.

NÊZÎKATIYA DEWLETA TIRK: XWEZÎ BIMIRA…

Nêzîkatiya PKK’ê ya li leşker, polîs û wezîfedarên dewletê yên dîlgirtî bi vî rengî bû. Lê belê nêzîkatiya dewleta Tirk timî cuda bû. Di 22’ê Cotmeha 2007’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê 8 leşkerên di çalakiya Oremarê de dîl hatin girtin di 4’ê Mijdarê de radestî heyetek ji siyasetmedar û saziyên civakî yên sivîl hatin kirin.

Leşkerên ku hatin berdan ketin ber lêpirsînê. Serokê wê demê yê meclîsê Mehmet Alî Şahîn ji bo leşkeran gotibû, “Xwezî miribûna lê dîl neketibûna dest.”