Li gorî daneyên demografê Rus Alexei Raksha, li Rûsyayê di navbera Cotmeha 2020-Îlona 2021’ê de ji rewşa asayî bêhtir herî kêm 660 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Ev rêje beriya dema şewba koronayê bi 11 qatî zêde ye.
Li Rûsyayê di rêjeya jidayikbûnê de guhertinek çênebû. Pispor dibêjin ku nifûs ji ber şewba vîrûsa koronayê kêm bûye.
Li gorî daneyên dawî nifûsa Rûsyayê 145 milyon kes e. Ev hejmar li gorî sala 2000’î ku hingî Vladimir Putin bû desthilatdar, kêmtir e.
Putin sala 2019’an civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ew ji ber kêmbûna nifûsa Rûsyayê bi fikar e û zêdebûna nifûsê heta sala 2024’an weke yek ji sozên bingehîn ên hilbijartinê nîşan dabû.
Tevî hewldanan hemûyan, tê texmînkirin ku nifûsa welêt heta sala 2035’an bi 12 milyon kesî kêmtir bibe.