Avahiya HDP’ê ya Rihayê ku her saetê ji aliyê polîsan ve tê şopandin, bi şev bû hedefa êrişeke nijadperestî.
Li avahiya HDP’ê ya Rihayê, doh bi şev saet di 02:30’î de êrişeke nijadperestî hate kirin. 3 kesên ku êriş birin ser avahiyê, nîşaneyên faşîst li ser deriyê avahiyê danîn.
Faşîstên ku heqaret li ser dîwarê avahiyê nivîsîn, piştre ji herêmê çûn. Dîmenên ku ji aliyê kamerayên kargehên derdorê ve hatin kişandin, bi hinceta ku destûra dozgeriyê nîne radestî endamên partiyê nehatin kirin.