Doh danê sibê bo cara duyemîn bazara Lenge ya li Hewlêrê hat şewitandin, zêdetirî 60 dikan şewitîn.

Koma nijadperestan a bi navê peymana Millî bi daxuyaniyekê berpirsyariya şewitandina bazara Lenge girtin ser xwe.

Nijadperestan gotin: Me agir bi dilê Kurdên tirsonek xist, me li 16 cihên cûda yên bazarê agir pêxist û tine kir.

Ne tenê li Hewlêrê beriya niha, li bazara Ahmed Axa ya Kerkukê, bazara Lenge ya li Hewlêrê, bazara Çelê ya Dihokê hatibû şewitandin, xelk zirarek mezin dîtin. Faşîstan êriş girtibûn ser xwe û gotin: ev herêmên me ne, emê vegerin û ala Tirkiyê li wan herêman bilind bikin.

Ajansa rojnewsê derbarê şewitandina bazaran de nuçe dosyayek weşand û wiha got.

Dewleta Tirk a faşîst bi hemû rê û rêbazan dagirkirina başûrê Kurdistanê didomîne. Li aliyekê leşkerên xwe tîne, li aliyekê êrişên hewayî dike, gel qetil dike, gef li welatparêzan dixe li milê din jî bazarên Başûrê Kurdistanê dişewitîne. Bi şewitandina bazaran jî aboriya gel dike hedef. Bi rêya şîrketên avahîsazî û geşepêdana binesaziyê ve dirêjiyê dide dagirkeriyên xwe yên li Başûr.

Bi şewitandina Sûka Ehmed Axa ya Kerkûkê, Sûka Lenge ya Hewlêrê û Sûka Çelê ya Duhokê, rê li ber şêweyekî nû yê dagirkeriyê vedike.

21’ê Çile agir bi Sûka Ehmed Axa ya Kerkûkê hat xistin, ziyanek mezin çêbû.

27’ê Sibatê agir bi Sûka Lenge ya Hewlêrê xistin, zêdetirî 160 dikan şewitîn.

1’ê Nîsanê agir bi Sûka Çelê ya Duhokê ket, zêdetirî 100 dikan şewitîn.

Doh jî sûka Lenge ya Hewlêrê hat şewitandin, ziyanên madî çêbûn.

Koma nîjadperestan hersê êrişên li Kerkuk, Hewlêr û Dihokê girtin ser xwe