Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilufer Koç diyar kir ku PDK’ê piştî referandumê şikesteke mezin di aliyê siyaseta navneteweyî de xwar û got ku ma dê PDK heya kengî dijberiya yekitiya neteweyî bike?

Êrîşên hêzên hegemonîk li ser Kurdistanê berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê gelê sivîl dike armanca êrîşên xwe.

Nilufer Koç, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd û yên li hemû aliyên Kurdistanê, di heman demê de krîza siyasî, ekonomik û civakî ya li başûrê Kurdistanê ji ANHA’yê re nirxandin.

Nilufer Koç bal kişand ser şerê desthilatê ku li Kerkûkê tê kirin û wiha got: “Li gelek deverên Kurdistanê erebkirin û tirkkirin tê meşandin.”

‘Serbixwebûna piştî referandumê cihê xwe ji dagirkirinê re hêla’

Nilufer Koç destnîşan kir ku divê pirsgirêkên ku li başûrê Kurdistanê pêk tên, ji pêşketinên parçeyên din ên Kurdistanê cuda nayên dîtin û wiha axivî: “Em nikarin zehmetiyên ku li Kurdistanê çêdibin ji pêşketinên li Rojhilata Navîn cuda bibînin. Rewşa başûrê Kurdistanê wek encama siyaseta navxweyî dîtin û wekî ku başûrê Kurdistanê herêmeke serbixwe ye, dê me bibe encamên nerast. Dê ev bibe sedema ku em pirsgirêkên heyî fêm nekin. Heta referanduma ku par çêbû herêma başûrê Kurdistanê xwedî misyoneke girîng bû.”

‘Gelek herêmên Başûr tên erebkirin û tirkmenkirin’

Nilufer Koç bal kişand ser hewlên dagirkirinê yên dewleta Tirk û Îranê û di heman demê de zêdebûna bandora Erebên li herêmê û wiha pê de çû: “Di madeya 140’emîn a makezagona (destûr) Iraqê de di çarçoveyek nîqaşan de herêmên ku wek Kurdistan dihatin tarîfkirin beriya referandumê bandora Kurdan li ser hebû. Lê piştî referandumê hebûna Kurdan li van herêman di bin tehdîdê de ye. Kurd ji van herêman tên koçkirin. Jiyana wan di xetereyê de ye. Li aliyekî tehdîda TC’yê li ser Kerkukê berdewam dike, li aliyê din jî DAIŞ dîsa tê zindîkirin. Eger bê çavdêrîkirin, gelek herêm an tên tirkmenkirin an jî tên erebkirin. Di heman demê de Îran li ser şîayên Iraqê li başûr bandora xwe zêde dike.”

Nilufer Koç, da zanîn ku dema ew pirsgirêkên navxweyî yên Başûr dinirxînin tu caran nikarin ji rewşa Rojhilat, Rojava û Bakur cuda bibînin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Rewş tenê bi giştî temaşekirina li parçeyan dê bê fêmkirin. Hêzên dagirker dema li parçeyekî man asê, berê xwe didin parçeyê din. Dema em li berxwedana Kurdan a sedsala 20’emîn jî dinêrin ev rastî baştir tê dîtin. Mînak, TC bi şerê ekonomiyê ku DYA’yê îlan kir, tevlihev bûye. Li aliyê din jî li hemberî berxwedana Rojava û Bakur xitimiye. Di vê rewşê de jî dixwaze li Başûr bi polîtîkaya “Kurdan bi destê Kurdan qir bike” encamê bigire. Ji ber ku siyastea Başûr taybetmendiyên siyaseta Kurdan ên sedsala 20’emîn berdewam dike. Yanî li cihê yekgirtina neteweyî, herêmî û esasgirtina yek parçeyî tê esasgirtin.”

‘Herêm ji binî ve tê parvekirin’

Nilufer Koç got ku li Başûr stratejiyeke li gorî guherînên li Kurdistan û hevsengiyên li Rojhilata Navîn tên guherîn nayê, rêvebirin û wiha axivî: “Li hemberî van PKK bi stratejiya Kurdistaneke demokrat û stratejiya Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn siyasetê fireh dike û ji bo vê stratejiyê têkoşîneke bibandor dide meşandin.”

Nilufer Koç diyar kir ku her kes dizane PKK dixwaze çi bike û nirxandina xwe wiha domand: “Ji ber ku vizyonek û stratejiyeke wê heye. Bersiva pirsa li Başûr stratejî yan jî vizyona PDK û YNK’ê çi ye, tune ye. Di rastiyê de vîzyonek an jî stratejiyek heye yan na ev ne diyar e. Li Rojhilata Navîn stratejî tên guhertin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li vir dest pê kir. Navenda vî şerî jî Kurdistan e. Di rewşa heyî de bersiva dê stratejiya Kurdan çi be, tenê di nav PKK’ê de tê dîtin. PKK bi rêya neteweyî demokrasiyê herêmî dike û di ser herêmê re jî cîhanî dike. Ji bo vê yekê jî dema em bixwazin li siyaseta PKK’ê ya ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bizanin divê em li pratîka PKK’ê ya Kurdistanê binêrin. Eger ez di vî alî de şaş bim bila yek ji min re stratejiya partiyên din bibêje.

Kurd nikarin bi siyaseta rojane di stratejiyên li Rojhilata Navîn tên guhertin de xwe bi rê ve bibin. Ev êdî ne gengaz e. Ji ber ku Rojhilata Navîn di her alî de tê guhertin û hevsengî ji nû ve tên çêkirin.”

‘Her ku tehdîda li ser Îranê zêde dibe, Îran jî li dijî Kurdan tehdîdê zêde dike’

Nilufer da zanîn ku Îran bi tehdîdên li ser Başûr, dixwaze tespît bike ku Rojhilat kontrol dike û wiha axivî: “Her ku tehdîda navneteweyî li dijî Îranê zêde dibe, Îran jî li dijî Kurdan tehdîdê zêde dike. Ji ber vê jî bi TC’yê re li hev kir û zextên li ser Kurdan zêde kirin. Her du hêzên dagirker li Bakur, Rojhilat û Rojava encam nagirin. Di dawiyê de jî cihê ku dikarin bigirin Başûr e. Ji ber ku Başûr siyaseta Kurdan a sedsala 20’emîn dide meşandin. Ew jî vê weke helqeyeke bêhêz dibînin. Ew dibînin ku desthilatdariya Başûr bi parçeyên din re piştgiriyê nake. Ew jî lawazbûna vîzyona neteweyî ya li Başûr dibînin.”

Nilufer bi lêv kir ku li Rojava hêzên herêmî û cîhanî xwe dispêrin hêza Kurdan û bi pêş ve diçin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Başûr jî xwe dispêre hêza dagirkeran û bi vî şeklî dixwaze xwe xilas bike. Hefteya borî serokê DYA’ê got ‘ez ji Kurdan pir hezdikim’ ev daxuyanî dide nîşan ku di çavê cîhanê de Kurd hêzek mezinin. Lê mixabin birayên me yên li Başûr vê giringiya Kurdan nabînin. Ji dijmin zêdetir bi Kurdan ve yanî bi xwe ve mijul dibin û polîtîkayên ku xwe lewaz dikin didin meşandin. Wekî di rojên borî de ku ji bo hilbijartinên serokkomariya Iraqê kêm mabû ku ji bo şerê YNK-PDK’ê destkeftiyek ew qas ji bo Kurdan girîng bixin xetereyê.”

‘Dewleta Tirk dixwaze bi dîwarên bilind Lozanê biparêze’

Nilufer anî ziman ku rewşa şêlû ya li Başûr û nakokiyên navxweyî bi rewşa Rojhilata Navîn a ku guherînên cidî lê çêdibin ve ne cuda ye û wiha berdewam kir: “Dê rewşa herêmê jî bi pêşketinên li Kurdistanê ve girêdayî bên guherîn. Dê rewşa herêmê demokrasiya ku Kurd pêşengiya wê dikin, yan dîktatoryala Tirk û Îran pêşgengiya wê dikin an jî sîstema neoliberal a ku DYA wê ferz dike, nîşan bike? Ev girîng e. Şer li ser vê bingehê ye. Li vir kes bi qasî Kurdan eleqeya xwe bi demokrasiyê nîn e. TC û Îran di tengasiyeke mezin de ne. Kurdistana ku di Lozanê de hate parçekirin, li Sûriye û Iraqê hegemonyaya Ereban bi dawî bû. Niha li Kurdistanê dor hatiye bidawîbûna hegemonyaya Fars û Tirkan. Her çend Erdogan bibêje ‘ez Lozanê nas nakim’ jî, di rewşeke wiha de bi çar çavan li Lozanê digere. Dewleta Tirk sînorên ku di Lozanê de hatin danîn bi dîwarên bilind diparêze. Di navbera Rojava û Bakur de dîwarek 800 km dirêj temam kir. Niha jî di navbera Bakur û Rojhilat de li hinek cihan dîwaran datîne. Dîsa di navbera sînorê Başûr û Bakur de çembera leşkerî zêde dike. Ev jî tirsa wî ya ji çareseriya demokratîk a ku Kurdan dide diyarkirin. Dewleta neteweperest a TC bi van dîwaran dide nîşan ku dawiya wî hatiye.”

‘Kurd tekane hêz in ku dikarin faşîzmê têk bibin’

Nîlufer Koç diyar kir ku Tirkiye li hemberî Kurdan di pozîsyona parastinê de ye û wiha got: “Ji bo ku dewlet demokratîk nebe û Kurd nebin xwedî maf, dek û dolaban digerînin, bêbextî û bazarê dikin. Ji ber vê yekê dewlet ji hêla Kurdan ve di qonaxeke krîtîk de ye. Heke Kurd vê rewşa dewleta Tirk baş analîz bikin û li hemberî wê polîtîkayeke hevgirtî di nav xwe de pêk bînin, bêguman tekane hêz in ku dikarin faşîzma TC’yê (Komara Tirkiyeyê) xilas bikin. Ev dê pêşî li ber çareserkirina pirsgirêka Kurd bi Îranê re jî veke. Ji ber ku Îran ji aliyê siyasî ve xwedî kevneşopên dewletê yên guherînê ye. Dê nexwaze pirsgirêk wekî ya TC’yê lê were. Heke em li hemberî TC’yê li ser bingeha yekitiya neteweyî ya gelê Kurd siyasetekê pêk neynin, dibe ku em bi Îranê re jî bikevin nav pêvajoyeke bipirsgirêk.”

‘Dewleta Tirk ketiye qonaxa herî xeternak’

Koç diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze statukoya ku bi Hevpeymana Lozanê li qada navneteweyî hatiye çêkirin, biparêze û bi hin dewletên Ewropayê re, wekî Almanyayê, îtifaqan çêdike û bi awayî hewl dide emrê xwe dirêj bike û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk bi wan hêzan re bazar kirine û li hemberî Kurdan ketiye qonaxa herî xeternak û krîtîk.”

Komploya Navdewletî ku bû sedem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derkeve, dikeve salvegera xwe ya 20’emîn. Nîlufer Koç têkildarî salvegera komployê wiha got: “Di komploya 9’ê Cotmehê de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, di salvegera wê ya 20’emîn de em hatine qonaxeke xeternak. Armanca êrîşê, rêber Abdullah Ocaln e ku îfadeya nasnameya me ya neteweyî ye.”

‘Biryara DMME’yê kincek e ku li biryareke siyasî kirine’

Nîlufer Koç îşaret pê kir ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) beriya ziyareta Tirkiyeyê ya Almanyayê hatiye dayîn û di encama bazara li gel hêzên nanvetweyî de pêk hatiye û wiha got: “Pirsgirêka Kurd tu carî nebûye pirsgirêkeke hiqûqê. Bi Lozanê re wek pirsgirêkek siyasî hate afirandin. Siyasî ye, ji ber ku Kurd ji hêla saziyên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ji hêla hiqûqî we nasnameya wan nehatiye naskirin. Jixwe Kurd ji hêla hiiqûqî ve tune tên hesibandin. Li ser kaxizê wek Tirk, Ereb an jî Faris tên dîtin. Lewma jî tu tiştekî têkildarî Kurdan hiqûqî nîn e. Biryara DMME’yê ya der barê rêber Ocalan de jî di esasê xwe de kincek e ku li biryareke siyasî hatiye kirin. Bingeha xwe ya siyasî jî gelekî xeternak e. Hêzên rojavayî bi biryara DMME’yê ji TC’yê re wiha got: Li Îmraliyê tehdîta xwe ya kuştinê ku te sala 2008’an dikir, dîsa bike, îşkenceya xwe bidomîne! Ji ber ku hêzên ji bo statukoya Lozanê israr dikin, ji alternatîfa demokrasiyê nerehet in ku rêber Abdullah Ocalan di ser Kurdistanê re ji bo Rojhilata Navîn pêşkêş dike. Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriya demokratîk e. Divê ji bo vê yekê jî statuya Kurdan were naskirin. Her ku Kurd di vî warî de pêşketinan bi dest bixin, dikarin çareseriya siyasî pêk bînin. Lê belê hêzên rojavayî dixwazin netewedewleta TC di halê xwe yê heyî de bimîne. Ango perspektîfeke wan ji bo çareseriya siyasî tune ye.”

‘Di ser Berlînê re peyamek dan Erdogan: Tu dikarî lê bixî û bigirî’

Koç bal kişand ser ku Erdogan bi xalîçeyên sor tê pêşwazîkirin ku Erdogan Kurdan û Ocalan wek dijminê sereke dibîne û ev yek ji bo Kurdan peyameke xeternek e û wiha axivî: “Di serî de li Almanyayê, li tevahiya welatên Yekitiya Ewropayê Erdogan ji sedî 80 wek qatil, faşît, dîktator û dostê DAIŞ’ê tê zanîn û ji ber vê yekê tê redkirin, lê belê bi xalîçeyên sor pêşwaz kirin. Almanya di esasê xwe de ne bi tenê Almanya ye. Almanya bi projeya Yekitiya Ewropayê (YE) pêşengiya hegemonyaya Ewropayê dike. Hegemonyaya xwe di ser YE’yê re pêk tîne. Çawa ku di sedsala 20’an de Brîtanya û Fransa hêzên hegemon bûn, îro jî Almanya hegemon e. Di vê çarçoveyê de di ser Almanyayê re peyameke wiha dan Erdogan: Di serî Kurd, heçî kesê demokrasiyê dixwaze, tu dikarî lê bixî û bigirî.”

‘Di siyaseta Başûr de hê jî nepotîzm heye’

Nîlufer Koç bal kişand ser qeyrana siyasî, aborî, leşkerî û civakî ya li başûrê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Sedema qeyranê ya sereke ew e ku di siyasetê de demokratîk û neteweyî nîn in. Pirsgirêk ew e ku civakê derveyî dezgehên birayarê dihêlin, hemû dewlemendiyên civakê yên sererd û binerd di destê dorhêleke biçûk de digirin û bi wî awayî bi rê ve dibin. Cîhan guherî, Kurdistan guherî lê belê feraseta hêzên siyasî yên Başûr neguherî. Di siyasetê de hê jî nepotîzm (alîgiriya xizm û mirovên xwe) û çanda bav-kuran heye. Desthilat û çandeke serdestiya mêran a tirsnak lê serwer e. Civak nikare ji bo pêşeroja xwe biryaran bide. Heta hilbijartin jî wek navgîna hesabên desthilatê tên dîtin.”

‘Tu partiyan ji bo çareseriyê projeyeke pêbawer pêşkêş nekir’

Nilufer Koç destnîşan kir ku ji ber ku desthilata Başûr pirsgirêkên civakê nikare çareser bike, civak êdî baweriya xwe pê nayne, lewma jî tevlêbûna hilbijartinan kêm bû û wiha got: “Civaka Başûr, bi siyasetmedarên li Başûr ewle nîn e. Wek çareserî jî welat terk dike. Her roj bi sedan kes ji welêt direvin. Nemaze ciwan herêmê diterikînin. Her wekî li herêma Behdînan tê dîtin, ji bo dagirkirina welat hêviyê di dewleta Tirk dikin. Xwekuştin zêde bûne. Cînayetên jinan roj bi roj zêde dibin. Qeyrana aborî; şîdeta navmalî, cudabûn û cînateyên jinan bi xwe re tîne.

Ji ber ku mehaneyên wan nayên dayîn, mamoste naxebitin û bi hezaran zwendekar bê perwerde dimînin. Qada tenduristiyê di destê du sê malbatan de ye. Qada tenduristiyê ji civakê re xizmetê nake.

Hemû partiyên ketin hilbijartinên dawîn, ji bo van pirsgirêkan çareserieke berbiçav pêşniyar nekir. Bi tenê sûcdariyên partiyan ên li dijî hev derketin pêş. Bi siyaseta heyî pirsgirêk nayên çareserkirin û her wiha roj bi roj ev pirsgirêk mezintir dibin. Di siyaseta Başûr de her ku diçe çîneke elît çêdibe û ev çîna elît jî dûrî hişmendiya welatparêziyê ye.”

‘Bi bêdengiyê qetlîamê meşrû kirin’

Koç diyar kir ku ji sala 2015’an ve dewleta Tirk êrîşî xaka başûrê Kurdistanê dike û hêzên siyasî yên Başûr li hemberî vê yekê bê deng in û wiha pê de çû: “Îranê êrîşî navenda hêzên rojhilatê Kurdistanê ya li Koyê kir û 26 siyasetmedar kuştin. Divê hêzên desthilatê yên Başûr li hemberî vê qetlîamê dinya rakirina ser pêyan lê belê tu dijberiyeke cidî jî pêk nehat. Bi vê bêdengiyê ew qetlîam hate meşrûkirin. Helbet dê Îran ji niha şûnde zêdetir jî tiştan bike. Bi kurtasî, desthilata siyasî ya li Başûr bi vî halê xwe yê heyî, ji bo vî parçeyê welatê me problemeke neteweyî ye. Ji ber ku di hundir de qeyraneke siaysî çêdike û pê re jî cesaretê dide hêzên dagirker.”

‘Piştgiriya gelan ji bo KNK’ê heye’

Têkildarî mîsyona KNK’ê ya siyasî û civakî, Koç wiha axivî: “Ev 20 sal e ji bo yekitiya neteweyî KNK’ê hewl û cehdeke mezin daye û ev yek ji bo civatên Kurdistanê girîng e. Hezkirina gel a ji bo KNK’ê zêde ye. Îro ji her çar parçeyên Kurdistanê ji sedî 80’yê rêxistinên civakî û siyaset di KNK’ê de tên temsîlkirin. Her wiha rêxistinên Suryan, Keldan û Aşûriyan de nav KNK’ê de xebatên xwe dimeşînin. Rêxistinên Ereb, Tirkmen û Tirk jî piştgiriya KNK’ê dikin. Bi banga KNK’ê, di bin heman banî de siyasetê dikin.”

Nilufer Koç diyar kir ku KNK wekî partiyeke siyasî tev nagere û hewl nade bibe desthilat, lewma jî nabe wekî partiyekê bê dîtin û ji ber ku PDK yekser ne endam e, meşrûiyeta KNK’ê nikare were lêpirsînkirin. Koç wiha dirêjî da axaftna xwe: “PDK jî di çarçoveya rêbazên nezaketê yên siyasî û dîplomatîk de nêzî KNK’ê dibe. Rêxistinên li Başûr ji sedî 90 di nav KNK’ê de tên temsîlkirin. Heke siyaseta kurdî ji sedî 80 di nav KNK’ê de ye lê belê PDK ne di nav de ye, wê demê pirsgirêk ne ya KNK’ê ye. KNK ji bo hemû kongreyên xwe bê îstîsna hemû rêxistinên Kurdistanê dawet dike. Yanî pirsgirêk ne ji ber KNK’ê ye.”

Nîlufer Koç îşaret pê kir ku heke di siyaseta Kurdan de aliyek were vederkirin, dê bi dijminên Kurdan bide qezenckirin û wiha got: “Li erdnîgariya me heke kêmasî an jî valahiyeke biçûk hebe, yên ku vê yekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, gelek in. Li siyaseta dagirkeriyê ya Îranê ya li ser Başûr binihêrin; heke li wê derê hêza Kurdan were vederkirin, dê hêzê bide Îran û TC’yê. Hêzên herêmî û navneteweyî di vê dema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de çav bernane Kurdistanê. Ji ber vê yekê jî heke di nav siyaseta kurdî de xeta çêbin jî divê nehêlin ev xeta ji hêla hêzên dijmin ve werin bikaranîn.”

‘PDK bêyî yekitiya neteweyî dê çi qas dewam bike?’

Koç diyar kir ku PDK’ê piştî referandumê şikesteke mezin xwariye û wiha lê zêde kir: “Geşedanên heyî li hemû parçeyên Kurdistanê ferz dike ku xwe li hevberî hev berpirsyar bibînin. Heke em dixwazin Rojava û Başûr rizgar bikin, divê li Bakur em li hemberî TC’yê tê bikoşin. PDK’ê piştî referandumê şikesteke mezin xwar. Xwe bi xwe rola xwe ya di siyaseta navneteweyî de biçûk xist.

Dema ku Kerkûk hate dagirkirin, li parçeyên din ên Kurdistanê jî hêvî kêm bû. Heke ev nebûya, îro TC û Îranê ev qas bi hêsanî êrîşî Kurdistanê nedikir. Dîsa xetereya herî mezin TC ye. Ji bo ku têkçûna xwe dereng bixe, TC Başûr li hemberî parçeyên din ên Kurdistanê wekî şûrê Demokles bi kar tîne. Di vê rewşê de helwesta Başûr dê girîng be.

TC bi awayekî cidî li ber têkçûneke aborî, leşkerî, civakî û dîplomatîk e. Ji ber vê jî di ser têkiliyên xwe yên bi Başûr re, zêdetir hêviya xwe pê ve girê daye. Wê demê pirsa esas ev e ku PDK dê bersiveke çawa bide wê? Amerîka teqez Başûr ne ji TC, ne jî ji Îranê re dihêle. Ji ber ku Amerîka dixwaze her du dewletan jî bigihîne rejîmeke neolîberal. Em ji Peymana Cezayîrê ya sala 1975’an jî dizanin ku hêzên herêmî û navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li hemberî Kurdan zû dibin yek. TC bi xwestekên dagirker li PDK û Başûr dinihêre. Ji bo ku berxwedanên Bakur û Rojava têk bibe, bi gefan dixwaze bi Başûr re îtifaqê çêke. Îran jî dixwaze Rojhilat di ser Başûr re bi rê ve bibe. Li vir jî pirseke din ev ku YNK dê çi bike?

‘Yekitiya neteweyî dê bi her kesî bide qezenckirin’

Nîlufer Koç destnîşan kir ku peywira pêşîn a siyaseta yekitiya neteweyî ya Kurdan ew e ku di navbera PKK û PDK’ê de hevsengiyekê pêk bîne û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “TC di qada herêmî û navneteweyî de bend bûye û ev yek piştrast dike ku ji bo hebûna netewedewleta Tirk xetere heye. Di vê rewşê de nêzîkbûna PKK û PDK’ê dê ji bo her du partiyan jî destkeftiyên mezin pêk bîne. Lê bêguman hêzên ku bi TC’yê re îtifaqan pêk tînin, dê aqûbeta wan jî wekî ya TC’yê be. Li herêmê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê didome. Netewedewletên li herêmê êdî li hemberî sermayeya navneteweyî û piyaseya serbest, berbest in. Ango pêşketinên navneteweyî têkçûna TC’yê lezgîn dikin. Ev fersendek e. Bes em li hemberî wê bi stratejiya yekitiyê bisekinin. Di vê çarçoveyê de, divê were zanîn ku yekitiya neteweyî dê bi hemû Kurdan bide qezenckirin.”

ANHA