Ji ber hişmendiya AKP’ê zêdetir jin têne kuştin. Nîsanê bi kêmanî 20 jin hatin kuştin, dest li 20 zarokan dan..

Li Tirkiyê destdana zarokan û kuştina jinan didome. Hişmendiya AKP’ê, polîtîkayên cezanekirinê û zimanê nêrî yê çapemeniyê li ser van sûcan diyarker e.

Li gorî daneyên Jinnewxê Nîsanê jî jin û zarok bûne hedefa xizmên xwe. Bi kêmanî 20 jin hatin kuştin, dest li 20 zarokan dan. Li ser 15 jinan destdirêjî hate kirin, êrîşa zayendî li wan hate kirin û gef li wan hate xwarin, 3 zarok jî hatin kuştn. Li dadgehan jî bi hinceta ”bi halê baş e” cezayê 5 sûcên desdana zayendî hate kêmkirin.

ADARÊ 27 JIN HATIN KUŞTIN

Li Tirkiyê hema hema her roj jin têne kuştin. Dema rejîma AKP’ê zêdetir jin hatin kuştin.

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînn diyar kir Adarê bi kêmanî 27 û Çile 43 jin hatin kuştin. 2018’an 391, 2017’an 346, 2016’an 284 jin bi dest mêran hatin kuştin