Ji rayedarên Komara Qerebaxê Artak Belgariyan ji AFP’ê re axivî û got, “Li gorî texmînên me yên destpêkê, nêzî nîvê nifûsê cih guhert.” Hate ragihandin ku 90 ji sedî yê van mirovan jî jin û zarok in.
Belgariyan got, “Ji 70 heta 75 hezar kesî ji Artsahê (Qerebaxê) neçar ma koç bikin, yan jî derbasî herêmên cuda yên ewle bûn û bûn penaber.”
Li Qerebaxê 150 hezar kes hebûn ku 99 ji sedî Ermen bûn. Piştî ku Azerbaycanê 27’ê Îlonê dest bi operasyoneke mezin kir, şer dest pê kir. Ermenistan diyar dike ku Azerbaycan di serî de paytext Stepanakert (Nifûsa xwe 50 hezar kes e) êrişê dibe ser warê sivîlan.
Ji dawiya hefteyê û vir ve bombardûmaneke giran li paytextê tê kirin. Azerbaycan yekser piştgiriyê ji dewleta Tirk werdigire. Dewleta Tirk çeteyên xwe ji Sûriyeyê derbasî herêmê kiriye, her wiha bi balafirên şer û droneyan jî piştgiriyê dide artêşa Azerbaycanê.