Nivîskarê Skoçyayê James Kelman bi peyamekê piştgirî da Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye.
Nivîskarê Skoçyayê James Kelman bi peyamekê piştgirî da Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 148’an a grevê ya bêdawî û bêdorveger de ye.
Keleman anî ziman ku grevên birçîbûnê ya yek ji şêwazê berxwedanê ye ya bê şidet ye greva Brîtanyayê ji vê ne biyanî ye, hêviya pêkanîna aştiyê ya li Tirkiyeyê xwest û piştgirî da Guvenê.