Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ya li pêşiya Konseya Ewropayê di hefteya 402’an de ye. Çalakgeran gotin, “Pêkhatina hevdîtinê bi Rêbertî re ji bo me cihê kêfxweşiyê ye, lê belê armanca me azadiya wî ye.”
Nobeda ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê pêk tê, bi komeke nû di hefteya 402’emîn de ye. Çalakiya ku hefteya derbasbûyî ji aliyê jinên Rojavayî ve hate birêvebirin, vê hefteyê komeke ji Fransa û Elmanyayê dimeşîne.
Di nava koma nû de Zeydîn Argîn, Memo Axmed, Ronah Fedevî û Erhan Aktay hene.
‘PÊKHATINA HEVDÎTINÊ CIHÊ KÊFXWEŞIYÊ YE, LÊ BELÊ FIKAR DEWAM DIKIN’
Bi navê koma nû daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin, ku pêkhatina hevdîtina malbatê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re cihê kêfxweşiyê ye.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku piştî çend mehan hevdîtin bi Ocalan re hate kirin û hate gotin, “Pêkhatina hevdîtinê bi Rêberê me re ji bo me cihê kêfxweşiyê ye, lê belê armanca me azadiya wî ye. Fikarên me yên li ser jiyana Rêberê me didomin. Gelê Kurd bi hêviya roja azadiya wî têdikoşe.”
BANGA LI SAZÎ Û DEWLETÊN EWROPAYÊ
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku zilma li Kurdan bi rengê herî giran dewam dike û bang li welatên Ewropayê, sazî û dewletên din ên berpirsyar hate kirin, ku dem hatiye polîtîkayên xwe biguherînin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em bang li sazî û dewletan hemûyan dikin: Zilm li gelê Kurd tê kirin. Divê êdî hûn ji vê yekê re bêjin ‘bes e’. Ji niha û pê ve hûn nikarin Kurdan ji nedîtî ve bên. Hûn nikarin êdî polîtîkaya xwe ya berê bidomînin.”
Çalakgeran her wiha xwestin ku serî li ber şantajên dewleta Tirk neyê tewandin û kes nebe hevparê komkujiyên ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê û Rojava li gelê Kurd dike.

