Çalakiya ‘Nobeda azadiyê’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, vê hefteyê bi koma ji bajarê Darmstadtê dewam dike.

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di hefteya 432’an de ye. Nobedarên vê hefteyê jî Kurdistaniyên bi navê Mehmet Çoban, Muslum Kûş, Fevzî Ozçelîk û Selîm Oltan ên ji bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ne.

Bi navê koma vê hefteyê ya çalakiyê Mehmet Çoban daxuyaniyek da û got, “Dibe ku Rêberê me fîzîkî ne li vir be, lê belê nêrîn û îdeolojiya wî bi me re ye. Nêrînên Rêberê me ku 21 sal in dîl girtî ye her sal ji aliyê bi milyonan kesî ve tên pejirandin. Lê belê zîhniyeta ku Rêberê me dîl girt, niha jî siyasetmedarên Kurd dîl digire.”

Berdevkê komê destnîşan kir ku gelê Kurd ji aliyê îdeolojîk ve serketî û mafdar e û got, “Rastiyek li tevahiya dinyayê heye, ew rastî jî ew e ku tirsonek timî têk diçin.”

Endamên koma Darmstadtê berxwedana HDP’ê ya li dijî zextan silav kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna mafdar a gelê Kurd a li dijî êrişan û komkujiyan wê bi ser bikeve.

Çalakiya ‘Nobeda Azadî ji Ocalan re’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê li darxistin, ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve dewam dike.