Çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi ciwanan dewam dike.

Nobedarên hefteya 449’an a çalakiya nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jin ên Azad in.

Çalakî hefteyê heft rojan saet di navbera 08:30-17:00 de pêk tê. Çalakger qala sûcê li dijî mirovahiyê tecrîdê dikin û destnîşan dikin ku konsepta şer a li gelê Kurd bi tecrîda şidandî re veguheriye qirkirinê.

Ji komîteya amadekar Zulfu Bîngol bi daxuyaniyekê ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgereke ciwanan e û gelekî hêja ye ku ciwan xwedî li çalakiyê derdikevin.

Zulfu Bîngol diyar kir, ji bo sala 2021’ê bibe sala azadiya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd divê seferber bibin û destnîşan kir ku dema ew li ciwanan dinerin, bi hêvî dibin.

Endamê komîteya amadekar Zulfu Bîngol anî ziman ku gotina “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî biqedînin” rastiya berxwedana Kurdan radixe pêş çavan û ragihand, ku ciwanên Kurd jî bi vê têgihiştinê têkoşînê mezin dikin û pêşengiyê ji gel re dikin.

Bîngol ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê bang kir û destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, komkujî li ser serê Kurdan kêm nabe.

Zulfu Bîngol ji bo çalakiya Nobeda Azadiyê jî banga xwedîderketinê kir ku 9 sal in bi biryardarî dewam dike.

Koma ciwanan a ku dest bi çalakiyê kir ji Adnan Erkek, Alî Çîmen, Ferhat Naqo, Berîtan Dersim, Kawa Gimgim û Nîzar Ozgur pêk tê.