Çalakiya nobedê ya li Strasbourgê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di hefteya nû de bi komek ji welatparêzên Kurd ên ji bajarê Bern ê Swîsreyê hatin, dewam dike.

Bi pêşengiya Însiyatîfa Azadî ji ocalan re, ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ tê lidarxistin. Çalakî di hefteya 502’an de ye.

Çalakgerên vê hefteyê jî komek ji endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Bern ê Swîsreyê ye.

Kom ji Nûsret Demîr, Erkan Serhad û Kerem Ozer pêk tê.

Nûsret Demîr bi navê komê daxuyanî da û got, “Rêberê me bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin. Li dijî dîlgirtina 24 salan gelê Kurd bi rengekî dîrokî têdikoşe.”

Nûsret Demîr got, “Heta ku Rêberê me azad nebe em azad nabin” û bang li dewletên Ewropayê kir ku nebin hevparê sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd têne kirin.

Nûsret Demîr got, “Heta ku Rêberê me azad bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin” û ji bo xwedîderketina li çalakiyê bang kir.

Çalakiya ku 10 sal in li Strasbourgê dewam dike, hefteyê heft rojan saet di navbera 07:30 û 16:30’î de pêk tê.