Nobeda Edaletê ku piştî desteserkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû û doza girtina HDP’ê dest pê kir, wê li Navenda Giştî ya HDP’ê dewam bike.
HDP’ê li Meclîsê dest bi Nobeda Edaletê kiribû. Piştî ku Gergerlîoglû bi zora polîsan ji Meclîsê hate derxistin, hate ragihandin ku çalakiya nobedê wê li Navenda Giştî ya HDP’ê dewam bike.
Di çarçoveya çalakiya nobedê de wê serdan her roj saet di navbera 10:00-17:00 de bên qebûlkirin.