Çalakgerên hefteya 393’an ên Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ gotin, “Rojekê wê roj li me jî hilê, ya girîng ew e ku em ji sekna xwe ya qewîn tawîzê nedin.”
Çalakiya ‘Nobeda azadiyê ya ji bo Ocalan’ ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê kete hefteya xwe ya 393’an. Tevî serma û zivistanê jî nobedar bi biryar in ku heta azadiya Ocalan çalakiya xwe bidomînin.
Nobedarên vê hefteyê koma ji 4 kesan a ji bajarên Evry û Grîgny ên Fransayê ne. Adil Erkek, Alî Çîmen, Ferhat Dalmizrak û Koçer Aktar vê hefteyê nobedar in.
‘EM BI FIKAR IN JI BER KU NIKARIN JI RÊBERÊ XWE AGAHIYÊ WERBIGIRIN’
Çalakger ji bo azadiya Ocalan raya giştî agahdar dikin.
Bi navê komê berdevk Adil Erkek axivî û got, “Bêguman her kesên li vê derê nobedar in fikarên xwe hene. Ji ber ku bi mehan e em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin em bi fikar in û ev rewş cidî ye. Gelê Kurd hemû bi fikar in.”