Çalakiya ‘Nobeda azadiyê’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, vê hefteyê bi koma ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dewam dike.

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, bi komeke nû dewam dike. Nobedarên hefteya 433’an koma ji 4 welatparêzên Kurd ên ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ye.

KOMPLO ŞERMEZAR KIRIN

Bi navê komê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku ew çalakiya xwe ya nobedê bi biryardariya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd hate kirin di sala 22’an de ye û hate destnîşankirin ku hêzên tarî yên tevlî komployê bûn bi ser neketin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ têkoşîna xwe ya li dijî komploya navneteweyî bi biryardarî dewam dikin û hate gotin, “Rêberê me ronahiya paşeroja me ye. Em hêzên tarî yên li nava komployê hemûyan şermezar dikin û dibêjin; hêza kesî wê têrê neke ku roja me tarî bike.”

Di daxuyaniyê de işaret bi pêngava ‘dema azadiyê’ ya KCK’ê hate kirin û bang li gelê Kurd hate kirin ku li her qada lê ye tevlî berxwedanê bibe.

433 HEFTE NE DEWAM DIKE

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ di 25’ê Hezîrana 2012’an de li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê dest pê kiribû. Çalakiyê 433 hefte li pey xwe hişt û heta niha derdora 2 hezar kes ji welatên cuda yên Ewropayê tevlî çalakiyê bûne.