Jin ên endamên TJK-E’yê çalakiya nobedê ya vê hefteyê ya ji bo azadiya Ocalan dewr wergirtin û destnîşan kirin, ku wê dîlgirtina Ocalan ti carî qebûl nekin. Jinan bang li saziyên Ewropayê kirin ku xwe bêdeng nekin.
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê pêk tê di hefteya 392’an de ye.
Tevî ku hewa sar û serma ye Kurdistanî her hefte ji bo azadiya Ocalan ji serê sibehê heta êvarê li ber avahiya Konseya Ewropayê di nobedê de ne. Nobedarên vê hefteyê 5 jin ên ji Komîteya Civakî ya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ne. Di daxuyaniya komê de hate ragihandin ku wê dîlgirtina Ocalan ti carî qebûl nekin û bang li Konseya Ewropayê û CPT hate kirin ku xwe bêdeng, kerr û lal nekin.
Komê bi bîr xist ku heft sal û nîv in ji bo azadiya Ocalan li pêşiya Konseya Ewropayê ew di nobedê de ne û destnîşan kir ku çalakiya wan bi biryardarî dewam dike. Çalakgeran ragihandin, dewleta Tirk di demekê de ku komkujiyê li gelê Kurd dike, tecrîda li dijî Ocalan jî giran dike û hesasiyeta pêvajoyê bi bîr xistin.
JI BO XWEDÎDERKETINA LI OCALAN BANG LI MIROVAHIYÊ KIRIN
Di daxuyaniyê de bang li mirovahiyê hate kirin ku di mijara azadiya Ocalan de baldar bin û hate gotin, Ocalan parêzvanê demokrasî û aştiyê ye ji bo tevahiya mirovahiyê. Her wiha hate destnîşankirin ku divê her kes li dijî siyaseta qirêj a li dijî gelê Kurd û Rêberê wan tê kirin rawestin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li gel hewa sar jî gelê Kurd û jinên Kurd mîna ku li gel Rêberê xwe ne bi kelecan û dîsîplîneke mezin li çalakiyê dibin xwedî. Em di vê nêzîkatiyê de şoreşê û rizgariyê dibînin.”
‘HÎN HETA KENGÎ HÛN Ê XWE KERR, KOR Û LAL BIKIN’
Çalakger bi tundî li ber cezayê ‘dîsîplînê’ rabûn ku ev yek tecrîdkirina Ocalan di nava tecrîdê de ye û gotin, ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk li pêşberî vê îradeyê têk diçe.
Çalakgeran her wiha nerazîbûn nîşanî Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) dan û gotin, “Em ji van saziyan re dibêjin; hûn ê heta kengî xwe kerr, kor û lal bikin. Sebra me jî heta astekê ye.”
Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve bênavber dewam dike. Her hefte komek ji Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarekî cuda yê Ewropayê tevlî çalakiyê dibin. Ji saziyên jinan ên TJK-E’yê jî herî kêm mehê carekê komek tevlî dibe.