Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya ‘Azadî ji Ocalan re’ jinên Kurd ên li Ewropayê ne.

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê pêk tê di hefteya 379’an de ye. Nobedarên vê hefteyê sê jinên ji Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ne ku ji Swîsreyê beşdarî çalakiyê bûne.

Çalakgerên vê hefteyê Saadet Kûran, Muzeyyen Oral û Xezal Mamedova ji Yekşemê ve nobedar in.

Bi navê komê daxuyaniyek hate ragihandin û hate destnîşankirin ku ew bi navê jinên li Swîsreyê tevlî çalakiyê bûne. Di daxuyaniyê de girîngiya xwedîderketina li çalakiya Nobeda Azadiyê hate bibîrxistin û ji Kurdên li Ewropayê hate xwestin ku tevlî çalakiyê bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê qebûl nekin û berxwedana gel wê qezenç bike.

Çalakgeran diyar kirin ku li gel parastina azadiya Ocalan jin her wiha li dijî faşîzma dewleta Tirk pêşengiyê ji têkoşînê re dikin û hate ragihandin, “Divê jin bi rengekî xurt li her qadê têbikoşin. Yên ku zarokên wan şehîd bûne ji her kesî bêhtir diêşin. Rewşa Rêbertî herî zêde bandorê li jinê dike. Ji ber vê yekê rola jinan a li her qadê wê mezintir be.”

Çalakiya ‘Nobeda azadî ji Ocalan re’ ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve bi rengekî bênavber didome. Herî kêm mehê carekê jinên ji pêkhateyên TJK-E’yê beşdarî çalakiyê dibin.