Nobeda li Strasboûrgê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin dewam dike. Nobedarên vê hefteyê koma ji çar kesan a ji bajarê Montpellîer ê Fransayê ye.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 332 hefte ne li ber avahiya Konseya Eworpayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê nobed tê girtin.

Nobedarên hefteya bihurî, endamên Komîteya Qada Civakî ya Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê (TJK-E) bûn. Kurdistaniyên ji Montpellîerê Saît Akgun, Gul Dogan, Nesîme Gever û Sara Gever a biçûk, nobeda vê hefteyê dewr girtin.

Bi navê koma Montpellîerê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya her tiştî ye. Di daxuyaniyê de bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) hate kirin û hate gotin, “Azadiya Rêberê me azadiya me hemûyan e. Heta ku Rêberê me azad bibe wê çalakiyên me li her qadê bidomin.”

Di dewama daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokrat hate kirin ku dakevin qadan.

Di daxuyaniyê de ji dewlet û lîderên Ewropayê re jî hate gotin; guh bidin dengê gelê Kurd.