Çalakiya nobedê ya li Strasbourgê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, bi komeke nû ya ji bajarê Hamburg ê Elmanyayê didome.

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê, di hefteya 358’an de ye.

Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Rojdagul Taylan, Mehmet Serdar, Mûsa Agirman û Sabrî Taylan ên ji bajarê Hamburg ê Elmanyayê ne.

Sabrî Taylan bi navê çalakgeran axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê. Taylan diyar kir, wezîfeyên girîng di vê demê de dikeve ser milê gelê Kurd û mirovên demokrat pêşverû û got, “Rewşa bi hezaran mirovên ji bo azadiya Rêbertî ketine greva birçîbûnê krîtîk e. Nedîtina vê yekê korbûn e.”

Taylan anî ziman, divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û li pêşberî berxwedana li dijî tecrîdê bêdeng nemîne.

BANGA LI KONSEYA EWROPA Û CPT

Endamên komê diyar kirin ku wê çalakiya nobedê heta azadiya Ocalan bidome û bang li Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kirin ku li pêşberî daxwazên gelê Kurd bêdeng nemînin.

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve didome.