Çalakiya nobetê ya li Strasboûrgê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, bi komeke ku ji banliyoya Vîllîers-le-Belê hatî didome.

Nobeta Ji Ocalan re Azadî ya li ber Konseya Ewropayê (KE) a li Strasboûrgê a Fransayê kete heftiya 391’an. Heftiya bihurî çalakî nobetê ji hêla komeke ku ji Drancyê ya Parîsê hatibû kirin, vê heftiyê 5 Kurdistaniyên ku ji Vîllîers-le-Belê hatin nobet dewr girtin.

Nadir Ozdemîr, Soro Karakoçan, Selçûk Karasû, Şoreş Demîr û Hasan Alagoz li gel hewaya sar jî ji bo azadiya Ocalan di nobetê de ne.

Li ser navê komê Nadîr Ozdemîr axivî û got, ”Hewaya sar nikare me ji armanca me dûr bixe.” Ozdemîr got beevaniya li Rêbertiya Kurd peywira herî rast e û ew ê ji vê armancê dûr nekevin.

Berdevkê komê got, heta niha Kurd ji bo hine dî xebitîne, bûne nobedarên hine dî, ji zarokên xwe re ti mîrate nehiştine lê ji niha û pê ve ew dixwazin xwe ji vê xelekê xilas bikin û got,”Em bang li Kurdan û mirovên xwedî wijdan dikin, em Rêbertiya xwe biparêzin.”

Berdevkê komê got Ocalan û têkoşîna azadiya Kurd pergalên faşîst ditirsîne û got, ”Naxwe em li ser rêya rast in û meşa di  vê rêyê de peywira me ye.”