Çalakiya “Nobeta Azadiyê”, di 25’ê Hezîrana 2012’an de li Frensa bajarê Strasboûrgê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîdê destpêkir.
Çalekiya dîrokî ku kete sala 11’an de, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî destpêkir, di hefteya 603’an de dewam dike.
Her hefte, Kurdistaniyên ji bajarên cûda yê Ewropa diçin Strasbourgê, Nobeta Azadiyê dewr digirin.
Vê heftê jî, 3 welatparêz, Nîhat Ildan, Diyadîn Gulen û Taner Karakaya, ji bajarê Marsîlya nobet dewr girtin.
Li ser navê komê Nîhat Îldan vê axavtinê kir:
Divê Konseya Ewropa û Parlamentoya Ewropa, ji Rêber Apo ku 3 sal in tu agahî jê nayê girtin, berpirsiyariya xwe bînecih.
Divê CPT demildest biçe Girava Îmraliyê û raya giştî agahdar bike.
Nîhat Îldan grevên birçîbûna girtiyên li zindanan û çalakiya nobeta Dayikên Aştiyê yên ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêber Apo silav kir
Û bang li Kurdistaniyên li Ewropa kir beşdarî hemû çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bibin, ji ber azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e.