Çalakiya Nobetê ya “Azadî ji Ocalan re” li bajarê Fransa Strasboûrgê di hefteya 588’an de ye.
Her hefte nobet ji aliyê komekê ve çalakî tê dewrgirtin.
Nobetderên vê heftiyê welatiyê bi navê Sadik Çîftçî, Yaşar Kaya û Îsmaîl Polat in ku ji Danîmarkayê hatine.
Li ser navê komê Sadik Çîftçî axivî û got, em ji jiyana rêberê xwe bi fikar in.
Divê gelê me ji bo şikandina tecrîdê têkoşîna xwe mezintir bike.
Di çalakiyê de her wiha hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî hat şermezarkirin.