Nobet û protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dewam dikin.

Li Amedê, çalakiyên li ber Şaredariya Amedê û 13 şaredariyên navçeyan dewam dikin.

Doh jî, hevşaredar, endamên meclîsê, rêveberên TJA, DBP û DEM Partî, nûnerên rêxistinên civakî tevlî çalakiya nobetê bûn.

Hevşaredarên navçeya Rezan û gelek welatîiyan, li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn û li gel Rêveberên CHPa navçeya Rezan, çûne serdana Nobeta Edaletê.

Li Êlihê, çalakî û nobeta li pêşiya Şaredariya bajêr di roja 9an de dewam dike.

Doh jî, rêveberêûn DEM Partî yên Edenê, parlementerê DEM Partî Zeynep Oduncu, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên TJA, DBP û DEM Partî û nûnerên saziyên civakî, tevlî çalakiyê bûn.

Li Sêrtê, hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş, Mehmet Kaysi, endamên meclîsê, parlementera DEM Partî Sabahat Erdogan Saritaş, rêxistinên bajar û navçeyan ya DBP û DEM Partî, TJA, Dayikên Aştiyê û gelek kes piştgirî dan çalakiya li pêşiya Şaredariyê.

Çalakiya nobetê ya li şaredariyên Misirc û Hawêlê jî dewam dikin.

Li Izmîrê jî, Tevgera Jinên Azad -TJA, DEM Partî, Partiya Kedê EMEP, Partiya Azadiya Civakî -TOP, TÎP, Partiya Tevgera Kedê -EHP, Platforma Meclîsên Sosyalîst-SMF, di Nobeta Edaletê de cih girtin.

Li ser navê Platforma Demokrasiyê ya Narlidere Firdevs Kutluk û Endamê Melîca Partiya ESP’ê Mûrat Çepnî axivîn û got;

Em ê jiyaneke wekhev, ku îradeya gelan bê qebûl kirin û demokrasî ava bikin.

Qeyûm darbe ye, êşkence û zilma li ser gel e. têkokşîna li dijî sîstema qeyum, erka bingehîn ya mirovaniyê ye.