Çalakiyên nobet û protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partî, di roja 10’an de dewam dikin.

Li Êlihê, çalakî û nobeta ku li ber Şaredariya bajêr dest pê kiribû di roja 10mîn de dewam dike.

Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, DEM Partî, rêveberên DBP’ê yên bajar û navçeyan û nûnerên saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.

Li Amedê, çalakiya li ber Şaredariya Peyasê ya Amedê bi çepik û stranan dewam kir.

Li Mêrîsnê jî, çalakiya nobetê li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 10mîn de dewam dike.

Gelek partiyên siyasî, nûnerên sendîkayan û gelek kes beşdarî nobetê bûn.

Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar axivî û got,

Em, daxwaza edlatê û rêzgirtina li hemebrî vîna gel dixwazin.

Em Dayikên Aştiyê destûrê nadin şer, em bi biryar in û emê ji bo aştiyê heta dawiyê têkoşînê bikin.

Yên aştiyê dixwazin wê bi serbikevin.”

Çalakiya nobetê bi govend, tilîlî û dirûşmeyan dewam kir.