Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bibîranîn û got; Di meha Gulanê de gelek kadroyên pêşeng û milîtanên pêşeng yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û têkoşîna şoreşa Tirkiyê tevlî karwanê şehîdan bûn.
Ji ber vê yekê jî, ji aliyê Partiya me û gelê me ve 18’ê Gulanê weke “Roja Şehîdan” û meha Gulanê jî weke “Meha Şehîdan” hatiye qebûlkirin.
NPGe, kronoljiya şehîdên peşeng di meha Gulanê de rêz kirin û got; Ji ber ku bi hezaran leheng di vê mehê de bi awayekî destanî li berxwe dane û şehîd bûne, meha gulanê bûye meha şehîdan û wateyek mezin qezenç kiriye.
Em di 47’emîn salvegera hevrê Hakî Karer de şehîdên Meha Gulanê û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe bi tacîdarkirina têkoşîna xwe zindî bihêlin.
Partiya me PKK li ser bingeha ku bersiva herî watedar û rast bide şehadeta hevrê Hakî Karer ji aliyê Rêber Apo ve hatiye avakirin.
Wate û nirxa ku Rêber Apo daye şehîd û meqama şehadetan, veguherandina wî ya rastiya şehîdan bi heqîqeteke mezin a îdeolojîk li manewiyat û pîvana têkoşînê, kesayeta PKK’ê diyar kiriye.
PKKe jî di têkoşîna nîv sedsalê de bêhejmar şehîd dane, lê yek ji wan ji bîr nekiriye, xwîna wan li erdê nehiştiye, ala wan dewr girtiye û pêş ve biriye.
Meşa PKK’ê meşa dîrokî ya hesapxwestin û tolhildana şehîdan e.
Em Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê ku di pêşengiya Partiya Şehîdan PKK’ê de şer dikin, diyar dikin ku em ê her tim bibin şopdarên xeta şehîdan, meşa xwe ya; ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ her roj berfirehtir bikin.
Em bi biryar in bîranîna şehîhên xwe bi serketinê tacîdar bikin.