Fermandariya Biryargeha NPG a Hefteya Lehengiyê pîroz kir got: “Li ser bingehê projeya ji nû ve avakirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, xeta modern ya gerîla ya nû bixe pratîkê, ruh û bîranînên Egîdan wê di meşa serketinê de esas bê girtin. Fermandariya Biryargeha NPG a Hefteya Lehengiyê pîroz kir got: “Li ser bingehê projeya ji nû ve avakirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, xeta modern ya gerîla ya nû bixe pratîkê, ruh û bîranînên Egîdan wê di meşa serketinê de esas bê girtin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) têkildarî 12-28’ê Adarê Hefteya Lehengiyê daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya NPG’ê wiha ye:
“Jiyana azad ji bo gelên hejar, tine tên hesibandin û tên qirkirin hestekî ku herî mezin û ciwane ku mirov xwe bikare bigihînê. Sinifa hejar û gelan ên tevahî dîroka berxwedanê mafê jiyana azad bi dest xistine, bi saya destanên mezin ên lehengiyê ev rûmet bi dest xistine. Hebûna gelek leheng ji bo hebûna welat û jiyana azad li refên pêş meşîn, ji kûr ve gefên li ser gel hîskirin, dîsa ziman, çand û nirxên wî yên dîrokî parastin û di rojên herî zor de bi biryardariyeke mezin, bi coş û enerjiyeke mezin bi pêş ve diçin. Di dîroka gelekê de li gel ku ev lehengî li cihekî taybet tê bicihkirin jî, di pêvajoyên dîrokî de ew rojên lehengiyê li dijî zilm, mêtingerî û dagirkeriyê li berxwedan û ji nû ve xwe avakirin wateyekî pir mezin li xwe digire.
Gelê Kurdistanê di dîroka 21-28’ê Adarê weke Hefteya Lehegiyê pîroz dike. Ev dîrok yek ji kadroyên pêşeng ên di têkoşîna me de Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ê 21’ê Adarê bi çalakiya mezin a lidar xistin dîsa bi şehîdbûna Fermandarê Efsanewî yê gerîlayê Kurdistanê Egîd (Mahsûm Korkmaz) re derketiye holê ye.
herdu hevrê yên ku weke lehengên gelê Kurd ketin dîrokê, bi sekna fedayî û nirxên avakirî re rastiya PKK’ê û sekna îdeolojîk a Rêber Apo weke îfadeya pratîk şoreşa Kurdistanê derxist holê û xeta bingehîn a lehengiyê ava kirin. Hevrê Mezlûm Dogan li dijî faşîzma 12’ê Îlonê li dijî ferzkirina teslîmyeta li zindanan bû fedayiyê xeta berxwedanê, Hevêr Egîd ê 15’ê Tebaxa 1984’an jî ‘Guleya yekem’ a li Şemzînan-Dihê hate teqandin û mejiyê dijmin parçe kir, bi vê çalakiyê berxwedana zindanan gihand çiyayên Kurdistanê û gerîlatî û terzê şerê fedayî derxist holê.
Ruhê şerker û fermandariyê yê Hevrê Egîd qehremaniya derxistî holê, kir ku gelekî li ber tinebûnê ji nû ve vejand û bû yek ji avakerê çanda berxwedanê ya herî mezin ku heta roja îro anî. Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li ser xeta têkoşîna û şerê Hevrê Egîd ê bûye lehengê netewî yê gelê Kurd, veguherî têkoşînek azadiyê ya gel.
AGAHIYÊN ZÊDETIR TÊN…