Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 1ê Sibatê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin. Niha jî çend sernûçeyên me….
&- Berxwedana mezin û dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 86 mîn.
&- Îlhan Şîş, li Gallarê, bajarê Newportê, 4 greva birçîbûnê ya Kurdistaniyê bi navê Îmam Şîş 47 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.
&- Bayram Demîrhan ku ji 5’ê Çileyê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye, peyama berxwedanê da.
&- Di salvegera 13’emîn ya şahadeta Leyla Walî Husên, Viyan Soran de Koordînasyona PAJK’ê daxuyanî da û ew bibîranî.
&- Yekîtiya Hêzên Şoreşger li Dersimê ragihand ku ew ê bi lihevkirin û peymana di nava xwe ya li dijî faşîzmê bikevin hilbijartinên xwecihî.
&- Di salvegera 13’emîn ya şahadeta Leyla Walî Husên, Viyan Soran de Koordînasyona PAJK’ê daxuyanî da û ew bibîranî.
&- Li Êlihê, gelek kes bi meşekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdê bê di greva birçîbûnê de ye.
&- Nerazîbûna li dijî siyesata PDKê û YNKÊ ya li başûr her diçe zêde dibe.
&- Partî Demokratî Kurdistan PDK, ku li ser daxwaza dewleta Tirkiye, gelê ku rabû raperînê girte bin çavan, niha jî hewil de bi dayîna pereyan, hewil dide mirovan li dijî PKK bide axaftin.