Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 3ê Çile 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Bûltena me ya rojê destpê dike, niha jî çend ser nûçeyên me…
&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din yên li Imralî, îro, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.
&- Çalakiya nobeta “Ji bo Ocalan Azadî” li bajarê Fransa; Strasbourgê, di hefteya 341’ê de bi komeke nû dewam dike.
&- Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, bîlancoya şerê sala 2018an eşkere kir û diyar kir ku, di salê de, 2103 leşker û polîs hatine kuştin.
&- Waliyê Tirk yê li Şirnexê, 31 herêm, weke herêma qedexe ragihandin û ketin û derketina herêman hate qedexekirn.
&- Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan, sala nu nirxand û got: Yan em ê di nava bêrûmetiyê de winda bibin, yan jî heq bikin ku bi nasname, ziman û çanda xwe li ser xaka xwe bi rengekî azad bijîn.
&- Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser vekişîna ji Sûrî daxuyaniyek din da û got; Eger em ji Sûrî vekişin jî dixwazin dîsa Kurdan biparêzin.